Peyre ew meyla rehetiyê ku diya temamê tengahî û hêlîna temamê rezîliyan e tê, xîretê qeyd û lele dike û davêje zindana sefîliyê. Hûn jî, wî mucahidê alîcenab ku
لَيْسَ لِلِْنْسَانِ إِلَّ مَا سَعَى
ye bi ser wî celladê sêrbaz de bişînin. Belê, ji we re di zehmetî û tengahiyan de rehetiyeke mezin heye. Lewra merivê ku xwedî fitreteke biheyecan e, tenê dikare di xebat ût ekoşînê de bigihîje rehetiyê.
إِنَّ لَكُمْ فِي الْمَشَقَّةِ لَرَاحَةً إِنَّ الِْنْسَانَ الْمُتَهَيِّجَةَ فِطْرَتُهُ رَاحَتُهُ فِي السَّعْيِ وَالْجِدَالِ
Yên ku di seyaheta min de ez nas nedikirim, li çek û kincên min dinihêrtin û digotin hebe tune be ev bazirgan e û dipirsîn:
P- Tu bazirgan î gelo?
B- Erê, bazirgan û bi ser de jî kîmyagêr im.
P- Tu, bazirganiya çi dikî?
B- Du madde hene, wan didim mezckirin/kelijandin. Pê tiryakeke bişîfa û elektrîkeke ronîkirox jê dertê.
P- Li ku derê tên dîtin?
B- Li çarşiya medeniyet û fezîletê. Di qutiyeke reş an jî qutiyeke mîna pirlenteyê ku li serê “dil” hatiye nivîsandin de ye û ev qutî li ser sindoqekê ye ku li ser du lingan e û li eniya wê “meriv” hatiye nivîsandin.
P- Navên wan çi ne?
B- Hezkirin û xîret.
Cerîdeya Seyyare, Ebû laşey, Îbnu’z-zeman,Ebû’l-ecaîb, Îbn-u ammî’l-xeraîb
Seîd el-Kurdî en Nûrsî 1
***