Kitaplar
Dersên Civakî

   B- Bi kurtebêjî (Haşiye)  Divê îstîqbala alimên Kurdan were temînkirin û bi rêya medreseyê, fen û zanistên dînî bikevin Kurdistanê (û li Kurdistanê ev zanist, bêne belavkirin) û xweşiyên Meşrûtiyetê ji wan re jî bête dayin û ew jî bikaribin jê mifa bigrin.

   P- Heke tu rave bikî, baş e.

   B-  A yekê: yekkirin û islahkirina medreseyan e.

   A diduyan: Ji wan çîrok û tiştên Îsraîlî û ji teessûba sar ku wan Îslam pê zengarî kiriye, xelaskirina Îslamê ye. Belê, nîşana Îslamê, ew meta-net, sebat û selabeta dînî ye ku a li ser heqqiyê û alîgirtina heqqiyê, îltîzama heqq e. Ne ew teeesûba ku ji cahilî û bêmuhekemeyê tê ye. Bi min, teessûba herî bidehşet, bi hin teqlîdkarên Ewrûpî re heye ku di şik û gumanên xwe yên sethî de, bi rikdarî tevdigerin. Ne nîşana ‘alimên ku bi burhanê ve girêdayî ne.

   A sisêyan: Divê ji bo neşirkirina xweşiyên Meşrûtiyetê, deriyek were vekirin. Belê, li ba Kurdan, niyeteke ku Meşrûtiyet pê tehl bibe tune; lê belê heke ev kirin xweş neyên dîtin, sûd jê nayê girtin. Ew jî bêhtir bi zerar e. Nexweş, gava zenn bike ku derman bi jehr e, helbet wî dermanî bi kar nayne.

   A çaran: Ji bo ku hûn, bikaribin ilmên fennî bixin medreseyan, divê hûn rêyekê vekin û çavkaniyeke saf a fennan ku ehlê medreseyê jê acizî neke veke. Lewra li ser hev gelek caran min gotiye: “Têgihîştineke xelet, tirseke/fikareke bêyom, li hember wê çavkaniya saf bend kişandiye. 

  A pêncan: Min sed carî gotiye. Ez dê dîsan bibêjim. Divê ehlê medreseyê, ehlê dibistanê û ehlê tekyayê li hev werin, da ku meyla hev û din bikin, li hev û din bibanin û bi danûstendina fikr û ramanan, qet nebe li ser amancê bigihîjin hev û din. Ka bi mixabinî nayê dîtin ku çawan newekheviya fikrên navbera wan, rê li ber îttîhadê digre û wê, texalifiya meşrebên wan jî û tereqqiyê jî daye rawestandin. Lewra her yek ji wan, li ser mesleka xweketiye teessûbê û li hember mesleka yên din ji aliyê sethiyê ve îfrat û tefrîtê dike û yek yekî bi xerifînê; yek jî yekî bi cahiliyê tawanbar dike.

   Elhasil: Heke Îslam, li derve temessul bike, menzeleke wê dibistan, hucreyeke wê medrese; quncikekî wê, zawiye; salona wê jî dibe mecmaul kull(ciyê komcivîna giştî)! Ji bo yek şûna kêmahiya yekê temam bike, weke mecliseke şûrayê dê di şeklê qesreke qewî ya nûranî de, xwe bide nîşandan. Çawan ku mirêk, li gor xwe rojê nîşan dide, ev Medreseya Zehra jî, wê qesra Îlahî, dê li hember derva, temsîl bike.

                                       

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat