û eşraf û Îttîhad û Teraqqiyan, meseleyeke min a muhîm heye.
Gelî tebeqeya bijarteyan! Em ‘awam û ehlê medreseyê, heqqê xwe ji we dixwazim.
P- Çi dixwazî?
B- Divê gotinên we, kirinên we tesdîq bikin û hûn, qisûrên xelqê jî, ji xwe re, weke mazeret nebînin û karûbar(ên xwe) meavêjin ser hev û din û di wê xizmeta xwe ya ku li ser we wacib e de, divê hûn zexeliyê nekin û wan tiştên ku ji ber kêmahiya/xeletiya we ji dest çûne, divê hûn, careke din telafî bikin û li halên me guhdarî bikin û em dixwazin ku li ser pêdiviyên xwe, em bi we re îstîşareyê bikin û hûn hinekî terka kêfa xwe bikin û li halê me bipirsin.
Elhasil: Em dixwazin ku îstîqbala gelê Kurd û alimên gelê Kurd temîn bikin. Heqqê me ye ku em jî, para xwe di me’neya îttîhad û teraqqiyê de bigrin. Em tiştekî ku li ba we pir sivik; lê belê li ba me pir mezin e dixwazin.
P- Meqseda xwe şêlû mehêle, çi dixwazî?
B- Bi navê “Medreseya Zehra” ku hevala Camiya Ezher e, medreseyeke gelek bala ku unîversiteyê jî digre nava xwe, li Bedlîsa ku di hukmê navenda Kurdistanê de ye û li du hevalên wê jî ku du hêlên wê “Wan” û “Diyarbekir” in, em divên ku ev medrese bên avakirin!.. Bawer bikin em Kurd, ne mîna gelên din in. Bi yeqînî bizanibin ku jiyana me ya civakî, ji jiyan û seadeta Tirkan dertê.
P- Çawan? Weke çi? Çima?
B- Ji wê re hin şert û merc û hatin û fêkî hene.
P- Şertên wê çi ne?
B- Heşt in.
Şertê Pêşî: Medrese, digel ku navê nas û menûs û balkêş û şewqengîz 1 e û îtîbara wê heye jî, ji ber ku heqîqeteke mezin digre nava xwe, divê bi wî navê mubarek ê medreseyê ku rexbet lê tê kirin û meyla merivan lê vedike, were binavkirin.
Şertê Duduyan: Divê ku tê de Fennên nû, bi ilmên medreseyê re bên kelijandin û derckirin û zimanê Erebî wacib, Kurdî caiz, Tirkî lazim were girtin.