Kitaplar
Dersên Civakî

avêt ser wî. Çima te hem îtîraz dikir hem êrîş dikir hem jî li hember hinekan, berevaniya wî dikir?

   B- Şazdeh sal berî inqilabê, li hêla Mêrdînê rastî zatekî ku min îrşadî heqqiyê kir hatim. Mesleka biîqtîsad a di siyasetê de nîşanî min da. Hem hîna wê hingê, bi “Xewna” Kemalê navdar hişyar bûm. Çi heye ku bi rasthatineke nebaş ez, li wan ehlê îfrat û ehlê tefrîtê ku li hukûmatê îtîraz dikirin rast hatim.

   Qismekî ji ehlê îfratê, ew Tirkên ku piştî Ereban bingeha Îslamê bûn, bi xerifînê tawanbar dikirin. Hetta qismekî jê, ew çend êrîş kir ku ehlê qanûnê kafir didîtin. Ji kafirnîşandanê re jî weke delîl, Qanûna Esasî ya berî sî salî û Îlana Hurriyetê nîşan didan.

وَمَنْ لَمْ يَحْكُمْ بِمَا اَنْزَلَ اللهُ

 îla axirî ayet huccet nîşan didan. Rebeno nizanibû ku  

مَنْ لَمْ يَحْكُمْ

bi wateya

مَنْ لَمْ يُصَدِّقْ

 e. Gelo ez dê li hember merivên ku îstîdada berê, hurriyet zenn dikirin û li Qanûna Esasî îtîraz dikin, bi çi awayî îtîraz nekim? Her çendî wan li hukûmatê îtîraz dikir; bes wan tiştê wisan dixwest ku ji îstîbdadê bêhtir bi dehşet bûn. Ji ber vê yekê min, ew red dikirin. Va ye, yên ku a niha ehlê Hurriyetê, di dalaletê/zalaletê de nîşan didin, ji vî qismî ne.

   Min, ew qismê duduyan ku ehlê tefrîtê ne, dît. Ew bi vî dînî nizanin; bi awayekî bêînsafî îtîraz li ehlê Îslamê dikin û ew teessub weke delîl nîşan didan. Va ye, a niha yên ku xwe ji Osmanîtiye dişûn û bi temamî ketine fikra teqlîdkariya Ewrûpayê, ji vî qismî ne.

   Tevî vê yekê îstîbdad, ji bo ku xwe muhefeze bike, çawan ku wesweseyan dide her kesî, wê, ez jî deh salan berî inqilabê xapandim ku “Piraniya ehlê îhtîlalê mason e”. Lîllahîlhemd ew weswese, di nav salekê-du salan de çû/ferikî. Êdî wê hingê têgihîştim ku pirrê hurriyetperwerên me, Muslumanên xwedî îtîqad in.

   Elhasil: Hin kesên ku êrîş dibirin ser hukûmatê, digotin “Heydo, Heydo!” Hinekan digot: “Heyder Axa, Heyder Axa!” Min wê hingê digot “Heyder”. A niha jî dibêjim “Heyder” û wesselam.

   Eyyuhel ‘awam! A niha emanetî Xwedê bin! Hûn rawestin, min dozeke ku divê bi hin kesên bijarte re bipeyivim heye. Li hember hukûmat

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat