Kitaplar
Dersên Civakî

   P- Tu ji wan îxtîlafên bidehşet ên navbera alimên ‘alema Îslamê re çi dibêjî raya te çi ye?

   B- Ez, li alema Îslamê bi wî çavî dinihêrim ku alema Îslamê mîna Mecliseke Mebûsan e û Encûmena Şûra ku ne muntezem e yan jî întîzama wê xerab bûye. Em, ji şerîetê dibihîsin ku raya cumhur ev e: Fitwa li ser vê ye. Ha ev, nezîreya raya piraniya li vê meclisê ye. Qewlên ji bilî raya cumhur, heke ji heqîqet û mexzê xalî û vala nîn bin, ji rayên qabiliyetên wan re tê hiştin, da ku her qabiliyetek, tiştê ku munasibê terbiyeyê wê be ji xwe re hilbijêre. Çi heye ku li vê derê, du xalên muhîm hene. (Haşiye)

   A yekê: Qewlê ku bi meyilkirina vê qabiliyetê hat hilbijartin û bi awayekî ji awayan heqîqetê digre nava xwe û di hindikiyê de dimîne, digel ku di eslê xwe de qeydkirî û xasê bi wê qabiliyetê ve ye, xwediyê wê, ew îhmal kir û bi awayekî mutleqî berda. Tabiên xwe îltîzam kir û ew hikum kir giştî. Ev ên ku teqlîdê dikin, xistin teesûbê û ji bo hifzkirina wî qewlî wê îctîhadê li hember hedimandina muxalifan derketin. Ji ber vê yekê, pevçûn, hev xapandin, şikandina xeletî û redkirinê, ew qas bi pêş ve çû ku toza ku ji ber lingên wan derket û dûmana ku ji devê wan feweran bû û birqên ku ji zimanên wan daweşiyan, ewrekî bibirûsk û carcaran jî (ewrekî) birehmet li ber tecelliya Şemsa Îslamê bû(ye) perdeyek. Çi heye ku di dereceya ewrê birehmet ê ku qabiliyetê bexş dike û ji roniya rojê feyzê distîne de nema. Çawan ku baranê nade, rê nade roniyê jî.

   Xala Duduyan: Qewlê ku di hindikahiyê de dima, heke heqîqet û mexza ku tê de ye, bi ser hewes û hewaya wan qabiliyetên ku ew hilbijartine nekeve; yan jî bi ser teessûba mîratî û mîzaca wê nekeve, ew qewl, di xetereyeke mezin de dimîne. Lewra tevî ku divê qabiliyet pê re bê boyaxkirin û li muqtezaya wê wergere, ew, wê li xwe vedigerîne û lê telkîh dike, ji fermanê xwe re musexxer dike. Eve ji ber vê yekê huda/hîdayet, bi hewayê diguhere û mezheb bi mîzacê tê avdan. Mêş, avê vedixwe; hingivê dinizilîne; mar, avê vedixwe; jehrê dirêje.

   P- Ev meclisa bala ya Îslamê, li vê kaînatê, li vî bajarê kureya serîlêgeriyayî êdî dê întîzameke din nebîne gelo?

   B- Bawer dikim ku alema Îslamê gişt, di milletê însanî de û di nav qewmê Adem de, dê bikeve hikmê mecliseke mebûsan a muqeddes. Selef û xelef, li ser ‘esran, dê li hev û din binihêrin û di navbera xwe de Encûmeneke Şûra ava

                                    

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat