gava meriv, xîçikê kevirên raserî Çiyayê Uhûdê bigre, çi qas ehmeqî dike, ew jî wisan in. Neyartî û muhebet, mîna ne ziya û zulmetê, nikarin bigihîjin hev. Heke neyartî, li hember muhebetê bi ser bikeve, muhebbet, li mumaşaatê 1 vedigere. Heke muhebbet li hember dijminatiyê bi ser bikeve, dijminahî, li merhemet û şefqetê vedigere. Mezhebê min ew e ku li muhebbetê muhebbet bikim; li xusûmetê xusûmet bikim. Ango li dunyayê tiştê ku herî zêde ez jê hez dikim, muhebbet e; tiştê ku ez herî zêde jê dixeyidim jî, xusûmet û neyartî ye.
P- Ferqa navbera şêxê ku welî ye û muteşeyyixê ku muddeî ye çi ye?
B- Heke hedefa meqseda wî, bi roniya dil û nûra fikrî ya Îslamê re îttîhad bike û mesleka wî, muhebbet be û şîara wî, terka iltîzama nefsê be û meşrebê wî, nefsbiçûkî be û terîqeta wî, hemiyeta Îslamê be, qabil e ku bibe murşîd û şêxekî heqîqî. Çi heye gava ku mesleka wî, li ser nîşandana kêmahiyên hempayên wî be, kêmahiyên hevpayên xwe aşkera bike û bi vî awayî meziyeta xwe derxe pêş (hevalên xwe piçûk bixîne û xwe mezin bide nîşandan) û bi gotegotê bike ku millet, dijminatî bi hempayên wî re bike; lê belê ji xwe bide hezkirin û wê hesta ku dibe sedemê şikandina asa û wê muhebbeta li xwe ku meylên xiybetê encam dide, bi dijminahiya derveyê xwe ferz bike û wisan nîşan bide, ew ne şêx e, hebe tune be muteşeyyixekî muteewwîx 2 e û gurekî mutexennîm 3 e. Li şûna defê, destê xwe, li terîqetê yan jî li kitêbê dide da ku bexşîş û şabaşê bistîne. Bi darê dîn diçe nêçîra dinyayê. Yan lezzeteke menxûs/bêyom an heweseke neçê/suflî yan jî îctîhadeke xeletî ew xapandiye; wî jî zenna başiyê ji xwe kiriye û rêya zenna nebaş li şêxên mezin û zatên mubarek vekiriye.
P- Kelîmeyên te baş in; lê belê ka yên ku li te guhdarî dikin? Mesleka te bilind e; îca yên ku jê re dibin tabî, jêrdest in.
B-
اِنَّمَا الَْعْمَالُ بِالنِّيَّاتِ
مَا لَ يُدْرَكُ كُلُّهُ لَ يتُْرَكُ كُلُّهُ
اَلْمَلَمُ عَلَى مَنِ اتَّبَعَ الْهَوَى، وَالسَّلَمُ عَلَى مَنِ اتَّبَعَ الْهُدَى