Kitaplar
Dersên Civakî

   Hem jî muhebbeta ku havênê mîzaca Îslamiyetê ye û ew timî vê îdîayê dikin, dixwazim. Lewra wan em îstîxdam kirin û wan ucreta xwe girtiye. A niha ew ji me re deyndar in ku ji me re xizmetê bikin.

   P- Bila çawa bin?

   B- An bila ji ser serê me rabin an jî bila rik, xiybet û terefdariyê ji navbera xwe rakin. Lewra hin şêxên ku xwe li şêxîtiyê girêdane, bûne sedem ku gelek firqeyên xerifî û bid’e çê bibin.

   P- Ka dê bi çi awayî bi hev re bikevin îttîhad û îttîfaqê? Hal ku hal e hinek ji wan hev û din înkar dikin. Ji dustûrên wan e ku “Hezkirina ji wanên munkîran, hetta dîtina înkarkiroxan jî heram e.” Meseleya înkarê muhîm e?

   B- Nexwe heqê min heye ku bi xîtabeke wiha deng li we bikim:

   “Gelî eblehan! Gelî heywanan!.. Ka qey we nebihîstiye, qey we fêm nekiriye ku

اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ

 qanûnekî Îlahî ye?.. Yan jî qey hûn (ji her du çavan) kor bûne ku hûn nabîbinin ku

لَ يؤُْمِنُ اَحَدُكُمْ حَتَّى يُحِبَّ لَِخِيهِ مَا يُحِبُّ لِنَفْسِهِ

dustûreke Nebewî ye?.. Meseleya înkarê/mandelkirinê ku di nav-bera vê sidq û kizbê de mutereddîd e, gelo çawan bû ku van her du asasên mezin û metîn ji navê ew hilat? Bila be, bila meseleya înkarê rast be, ka qey kelamê Xwedê ye ku nebe mensûx 1 . Va ye zeman, wê nesh dike. Ji ber ku zerarê wê, zora feydeya wê dibe, fitwa dide. ‘Emelkirina bi mensûx, ne caiz e.

   P- Gelo dibe ku ew neyartiya wan a ku bi hev û din re dikin, ji ber wan kirinên nerewa/nemeşrû ku ji hev û din re dibînin be?

   B- Ka ji kîjan aliyî ve, bi kîjan însafê, bi çi awayî? Muhebbeta ku bi sebebê îman, Îslamiyet û însaniyet û cinsiyetê ku bi qasî Çiyayê Subhanê giran û mezin e hasil dibe, li hember dijminatiya ku ji ber sedemên hin hereketên nerewa yên hinceta zarokî, wiha sivik maye û têk çûye? Belê, Îslam û însaniya ku muhebbetê dide ferzkirin, mîna ye “Çiyayê Uhûdê”; îca sebebên ku neyartiyê encam didin, mîna ne wan xîçikên keviran. Merivê ku muhebbetê li hember dijminatiyê dide mexlûbkirin, di çavê heqîqetê de, hereketeke wisan ehmeqî dike ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat