نَدِيمَانْ بَادَهَا خورْدَنْدُو رَفْتَنْدْ * تَهِى خُمْخَانْهَا كَرْدَنْدُو رَفْتَنْدْ
Çi heye ku eslê asasê mesleka wan, binûrkirin û bihevgirtina dilan e; yanî silûka li ser fezîleta Îslamê ye ango mohrbûna bi hemiyeta Îslamê ye, ango ji bo Îslamê, di heyatê de berdana dunyayê ye û terkkirina rehetiyê ye ango ji bo îxlasê terkkirina menfeeta şexsî ye û ango meriv berê xwe bide avakirina muhebbeta giştî ango ji bo îttîhada Îslamê, kirina xizmet û îrşadê ye.
فَتَأَسُّفًا قَدْ اَسَاؤُا مُتَّكِئِينَ وَتَكَاسَلُوا فِي خِدْمَتِهِمْ فَحِينَئِذٍ اُرِيدُ تَحْوِيلَ هِمَمِهِمْ إِلَى مَجْرَيَهَا الْحَقِيقِيِّ الْقَدِيمِ
P- Tu, timûtim behsa Îttîhada Îslamê dikî; ji me re rave bike?
B- Min di berhema xwe ya “Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê”de rave kiriye. A niha ez, dê li pêş, kevirekî û nexşekî wê qesra mualla nîşan bidim. Eve Hecerul Eswedê Îttîhada munewwer a Îslamê ku Ke’beya Mukerrem e û durreta wê ya beyza, Rewzeya Mutehhere ye, Mekkeya wê ya Mukerrem, Cezîretul Ereb e. Medîneya medeniyeta wê ya munewwer “Dewleta Osmanî ye. Heke tu kevir û nexşê wê dixwazî, ha binihêre: Hurmeta ciwanmerdî ya ku ji heya û hemiyetê çê dibe, vebişirîna masûmî ya ku ji hurmet û rehmetê hasil dibe û helaweta rûhanî ku ji fesahet û melîhiyê hasil dibe û neşaye semawî ya ku ji eşqa şebabî û şewqa biharî neşet dike, lezzeta melekûtî ku ji huzna xerbî û feraha seherî tê wicûdê, zîneta muqeddes (Haşiye2) ku ji husna mucerred û cemala mucella tecellî dike, bi hev û din re îmtîzac bike û rengê nûranî ku jê dertê, ancax dikare wê, ka’beya seadeta wê, taqê mu’elleya wê, qewsê keskesora wê, elwanê seb’e/heftrengiyên yên wê, tîmsalê lewnê lacîwertê wê ku qabê qewseyna şerq û xerbê ye, belkî dîmena lewna wê, dereceyekê îrae bike/nîşan bide/ bide xuyakirin. Çi heye ku Îttîhad, bi cehlê nabe. Îttîhad, îmtîzaca fikran e. Îmtîzaca fikran, bi şûaya elektrîka marîfetê dibe.