Kitaplar
Dersên Civakî

   P- Seriyên zalim, bi xweber ketin. Deriyê zulmê li ser rûyê wan hat girtin. Ling, li kesên ketî nayê xistin. Dev ji yên ku di sekeratê de ne berde; bila sekerata xwe temam bikin.?

   B- Dixwazim sunneta meşrûtiyetê bi wan bidim jidevkirin da ku gava nemirin jî, bila temessul bikin. Belê, seriyên ku tenê bi qeweta îstîbdadê hatine terbiyekirin, “ketinê” heq kirin(bil îstîhqaq ketin). Çi heye ku “di nav wan de, merivên ku têra xwe bihemiyet in hene; em ji wan re spas dikin. Hin destgiran(zexel) hene, em giliyê wan dikin. Hin kesên heyirî/damayî û hin kesên ku di tereddutê de ne hene; me divê ku em wan îrşad bikin. Hin mirî hene; me divê ku em mîrata wan biparêzin da ku îstîbdadên nû, dernekevin.”

 

نَعَمْ، إِنَّ بَيْنَهُمْ حُمَاةً لِلْمِلِّيَّةِ... فَنَشْكُرُهُمْ... وَمُتَكَاسِلِينَ... فَنَشْكُرُهُمْ... وَمُتَحَيِّرِينَ... فَنرُْشِدُهُمْ... وَأَمْوَاتًا... فَنُحَافِظُ عَلَى مِيرَاثِهِمْ لِئَلَّ يَأْخُذَهُ مَنْ

     P- Çawa?

     B- Ditirsim ew kesên digel ku bê ehliyet in, doza şêxîtiyê yan jî doza seyyîdiyê/esîltiyê dikin, di nav wan eşîran de, dibêjin em birayê wan birayê hevalê wan reîsên berê ne da ku mîrateyên wan bi dest bixin û bibin belayeke duserî... Lewra cahiliya kor a li cem we û ew îtaeta we ya bêserûçav dê bibe sedem ku ew hukmê tenasuh derbasî axatî û zordestiyê bibe. Axatî, bi rengê xwe bimre, meriv dibêje qey dê bi qalibê /livê efendîtiyê yan jî bi cismê şêxîtiyê yan jî bi şeklê esîlzadetiyê bi heyat bibe. Eve amanca min ew e ku ez wê meyla ser axatiyê, daxwaza ser zordestiyê meyla serokatîxwaziyê bi awayekî wisan bikujim ku heta qiyametê êdî careke din bi xwe ve neyê.

   P- Te, berê ji hemû şêxên murşîd hez dikir. Hetta te ji wan kesên ku bi darê zorê, xwe weke şêxan didin nîşandan jî, zenna başiyê dikir. Çima îro tu êrîş dibî ser wan kesên ku xwe bi darê zorê li şêxîtiyê datînin?

   B- Carcaran dijminatî, ji ber şedîdiya hezkirinê tê. Belê, min ji bo nefsa xwe çiqas ji wan hez dikir; îca ez, ji bo nefsa Îslamiyetê, hezar carî zêdetir evîndarê wan bûm.

وَلَقَدْ اِنْتَقَشَ فِي سُوَيْدَاءِ قلُُوبِهِمُ الطَّاهِرَةِ الصِّبْغَةُ الرَّبَّانِيَّةُ وَفِي خَلَدِهِمْ ضِيَاءُ  الْحَقِيقَةِ

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat