Kitaplar
Dersên Civakî

ne serberdayî ye. Bi menfeeta hevpar û husna mucerred, bi yên xeynî xwe ve girêdayî ye. Îslam gişt, mîna eşîrekê bi hev û din ve girêdayî ye. Çawan ji eşîrekê merivek, gava qenciyekê bike, eşîr gişt bi vê şerefê dipesine, pê payîdar dibe, ew şeref, bi yekê/î namîne, mîna ye findeke ku di hezarî neynikê de tê dîtin û dibe hezar find, nûr û qewetê dide hevgirtina heyatî ya wê eşîrê. Îca heke ji eşîrekê merivek cinayetekê bike, temamê ferdên wê eşîrê, bi awayekî ji awayan mîna ku pê werin gunehbarkirin dibe. Mesela merivên vê meclisê, heke bi hev û din ve girêdayî bin û yek ji wan xwe bavêje heriyê, yan dê hevalên xwe tevî xwe bixîne yan jî bi tehrîkê dê taciz bike. Ji ber vê yekê a niha gunehek, bi yekê/î namîne; derdikeve hezarî. Xêrek dikeve hikmê:

كَمَثَلِ حَبَّةٍ اَنْبَتَتْ سَبْعَ سَنَابِلَ فِي كُلِّ سُنْبلَُةِ مِائَةَ حَبَّةٍ

   Va ye, ev nukte ye ku yan ji aliyê fikrê ve yan jî ji aliyê rûhî ve hişyar bûye, ji bo bigrin bexş daye. Bi hincetekê digrî; dibe tobekar. Çi heye aqilê ku li serê minareyê ye, sedemê ku di binê qelîbê qelb de ye, nikare baş bibîne!

   Elhasil: Îslam hişyar bû û hişyar dibe. Wan pîsî pîs; qencî qenc dîtin. Belê; tiştê ku eşîrên van newalan dike tobekar, ev raz e. Hem jî Îslam gişt hêdî hêdî, vê qabiliyetê digre û qezenc dike; bes ji ber ku hûn bedewî ne, fitreta we ya eslî, ew qas zêde xera nebûye. Bêhtir hûn nêzî milliyetê ne.

   P- (Haşiye) Mêvanperwerî, digel ku hûn dizanin edetekî me yê baş e, çima hûn li kesî nabin mêvan? Hûn dikin ku telebeyên we jî nanê me nexwin û xelatên me negrin? Hal ku hal e deynê me ye ku em bi we re qenciyê bikin û a rast ev heqqê we ye. Va ye ev e edetê me,

قَدْ أَكَلَ الدَّهْرُ عَلَيْهَا وَشَرِبَ

   Çima vî edetê me yê ku em hînî wê bûne piçûk dixînî?

   B- Serê pêşî: Îlim ‘Ezîz e; naxwazim ku zelîl bikim. Hem jî dixwazim nîşanî we bidim ku beşek ji ehlê ilmê heye, tenezzulî dunyayê nake û hunera ilmê, ji debara/meîşeta xwe re nake navgîn. Îca herçî telebe ye,ne mîna ye wan kesên parsek û kesên ku malê gel digrin.

   A duduyan: Ez dixwazim ku bi kirinên xwe li hin karmendên ku di wezîfeya xwe de, ji aliyê xebatê ve qenaet dikin; lê belê qenaet bi meaşê

                                     

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat