divê em bi rûh, can, wicdan û fikra xwe û bi temamê qeweta xwe bibêjin: “Heke em bimrin, Îslamiyet ku milliyeta me ye, zindî ye, îlel-ebed baqî ye. Bila milletê min sax be. Sewaba axretê ji min re bes e. Heyata min a manewî ya di nav heyata milletê min de, min li heyatê dihêle; li alema ulwî lezzetê dide min.
وَالْمَوْتُ يَوْمُ نَوْرُوزِنَا
P- Em, dê bi çi awayî qeweta xwe bidin ser hev û şerefa millî biparêzin?
B- Bi fikra milliyetê di cewfê gel de hewzekî me’rîfet û muhebbetê ku mîna be hewzê kewserê vekin. Qul û mulên binî ku tê de ava wê dinizile diçe, bi me’rîfetan bigrin. Mecrayên/qenalên jor ku avê berdidin nava wî hewzî bi fezîleta Îslamî vekin. Kaniyeke mezin heye; hetta niha bi sûîstîmalan, li erda şorax belav dibû û bi kêrî hin parsek û bêtiroşan/bêxîretan dihat. Îca îro ji vê kaniyê re qenaleke baş çê bikin, bi mesayiya şer’î berdin vî hewzî. Peyre jî avê berdin bostanê kemilînên xwe. Ew çavkaniyeke mezin e ku ne diqede ne jî diçike.
P- Çi ye ew kanî?
B- Zekat... Hûn Şafiî ne...
P- (Haşiye1)
حَبَّذَا وَنِعْمَ إِنْ لَمْ تَذْهَبْ غَائِضَةً بَلْ فَاضَتْ إِلَى تِلْكَ الْخَزِينَةِ
B-
إِنَّ فِيكُمْ ذكََاوَةً إِنَّمَا تَتَزَاهَرُ بِالزَّكَاةِ
P- Bi çi awayî?
B- Heke merivên zîrek, zekata zekawetên xwe û merivên zengîn, welew zekata zekata xwe, ji bo menfeeta milletê xwe xerc bikin, dibe ku milletê we jî, di rê de bigihîje milletên din.
P- Wekî din?
B- Nezir û sedeqeyên ku ji wan re alîkariyên milletî yên Îslamî tê gotin, pismamên zekatê ne û xizmeta wan dikşînin, di xizmetê de dê alîkariyê bikin.
P- (Haşiye2) Tu çima ew qas edetên me yên ku em zaf hînî wan bûne, dieyibînî?