Kitaplar
Dersên Civakî

   B-  Ku wisan be, guhdarî bikin û bi pênc guhan dêhna xwe bidinê. Eve xîretkêşiya Ermeniyekî ku bi fikra milliyetê hişyar bûye, milletê wî gişt e. Mîna ku gelê wî biçûk bûye; bûye ew, an jî milletê wî, di dilê wî de bi cî bûye. Rûhê wî, li ber dilê wî çi qas şîrîn û hêja be jî, gelê xwe li ber dilê xwe bêhtir şîrîn û mezin dizane. Ku hezar rûhên wî jî hebin, bi fedakirina wan dipesine. Lewra li gor xwe, mezin difikire. Hal ku hal e egîtekî we yê berê -ji yê niha re nabêjim- yê hişyarnebûyî, bi şerefa mil-letê nizanibû; tenê li menfeeteke şexsî yan jî li namûsa/şerefa yek meri-vekî yan jî li namûsa/şerefa eşîrekê mulaheze dikir û teng difikirî. Hel-bet her kes, heyata xwe ya şîrîn, ji tiştên wisan biçûk re feda nake. Em ferz bikin heke we mîna wan bi fikra milliyetê (Haşiye)  temaşe bikira, we dê qehremaniyên xwe bi alemê bida tesdîqkirin û hûn dê derketina tebeqeyên bilind. Heke Ermenî, mîna we bi awayekî sethî û kurt bifikiriyana, dawiya dawî ew dê newêrek û sefîl bimana.

   Bi rastî di we de qabiliyeteke tije cesaret heye. Lewra yê ku ji bo menfîeteke bi pênc qurûşan an di ber heysiyeteke hindik de, yan di ber şerefeke îtîbarî de yan ji bo ku jê re gotina “filankes egît e” bibêjin -ku karên biçûk in- heyata xwe dide yan jî yê ku di ber şerefa axayê xwe de rûh dide, gelo heke hişyar bibe, di ber milliyeta xwe ya ku hêjayî xezîneyan e de, bi hezaran rûhê wî hebin, bi awayekî bêdanepaşî nade gelo? Helbet yê ku heyata xwe bi deh pereyan difroşe, îca gava bi deh lîrayan be, hezar carî lava dike ku bide.

   Mixabin çawan ku tiştên me yên xweşik ketine destê ne-muslîman; wan, ew exlaqê me yê baş jî diziye. Tu dibêjî qey exlaqê me yê bilind/giranbuha/bala ji ber ku li nav me bêxwedî ma, ji me xeyidî û xwe li wan girt; îca ji ber ku rezîliyên wan, nekarî li nav wan cî bigrin û belav bibin, birin anîn xistin bazara cahiliya me.

   Gelo ka qey hûn nabînin, uss-ul esasê/hîm û bingeha tereqqiyên/pêşveçûnên îro ku kelîmeya beyza jî xesletê hemra yên mîna “Heke ez bimrim, gelê min sax e.” ku ev jî, muqtezayê dînê heqq e, wan ji me diziye. Fedayiyekî wan dibêje: “Ku ez mirim, bila gelê min bijî! Di nav wan milletê min de heyateke min a manewî ya ebedî heye.” Hevoka ku dibêje “Piştî ku ez mirim, çi bi dinyayê dibe bila bibe.” ku ev hevok, asasê temamê sefîlî û şexsiyetan e, yan jî kelîmeya ehmeqî û seciyeya rewişta kor ku:

وَإِنْ مِتُّ عَطْشًا فَلَ نَزَلَ الْقَطْرُ

ye, bi destê xîretkêşiya me girtiye; jê re rêberiyê dike. Va ye xesleta herî baş -ku dînê me wê îqtîza dike-

                                         

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat