Kitaplar
Dersên Civakî

   Hetta wan ew kesên bêçare ku dixwestin destê xwe dirêjî nêçîreke biçûk jî bikin, bi rêya hin demarên/hestên wan ên dilovan û qels, ji wê nêçîrê sar dikirin, hetta wan kesên niyetxirab, ew ji komkiri-na malê dunyayê didan nefretkirin û dikirin ku ew nêçîr ji destê wan bêçareyan bireve da ku ew ji xwe re bibin. Belê, li ba her milletî, camêriyeke ku pê, ji bo menfîeta wî milletî, bi hinek malê xwe fedakarî bike heye. Ha ev camêriya me ya millî, bi nebaşî hat bikaranîn. Camêriya millî, ya gelên din, mîna zeynavê dikeve nava hundir û di hundirê wî milletî de xezîneyê digre. Ilim û marîfet, wê av didin. Hem jî di hi-yama berê de, hin rayedaran, ew cesareta millî ku bergiriya namûsa milletî dikir, bi xerabî û neçê bi kar anî û avêt wê qûmistana ku zemîna îxtîlafê ye û wenda kir. Her yekî jê, aliyekî wê qewetê, li stûyê yekî dîtir dan û wan ew qewet şikand û hat şikandin. Hetta qeweteke mezin dikaribû bi pênc sed hezar lehengî, berevaniya namûsa milletî bikira, ji ber ku di navbera xwe de xerc kirin û di zemîna îxtîlafan de mehf kirin, xwe dikirin musteheqê terbiyekirinê. Heke hûn, ji meşrûtiyetê îstîfade bikin û wan qulan/kunan bigrin an jî li sûretê zeynavê vegerînin û hûn wê qeweta hêja bidin destê dewleta me da ku pê, li hember derve serf bike, hûn dê di bergîdana wê de merhemet, edalet û medeniyetê bi dest bixin.

   -Heke hûn bixwazin, ez dê bi we re cî biguherêm. Ez bipirsim; îca hûn bersivê bidin.

   B-

فَاسْئَلْ وَلَ تَجِدْ بِهِ خَبِيرًا

   P- (Haşiye)  Gelo dibe ku milletê Ermenî, ji we bêhtir cesûr be?

   B- Naxêr, jibinî na! Dinya alem şahid e, nebûye û nabe jî.

   P- De ka çima, gava cangoriyekî wan dişewitandin û parçe parçe jî dikirin, raz/sir û hevalên xwe aşkera nedikir? Hal ku hal e gava kêrek li egîdekî we were xistin, temamê razên xwe, tevî xwîna xwe bi vîzikî dirêje. Ji aliyê egîtiyê ve ev, cihêrengiyeke zaf mezin e. Sedemê wê çi ye?

   B- Ji me nayê ku em sedemê wê yê bingehîn teşxîs bikin; lê belê em dizanin, xalek heye ku zerreyê dike mîna çiyayan û şêran, ji roviyan re dike bende. Ji me nayê û bi me nabe ku em wezîfeya te ragrin. Me ji wucûda/hebûna wê fêm kir, îca tu mahiyeta wê rave bike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat