me, wan fêkiyên ku em dixwazin, jê bike. Heke bide jî, meriv nikare bigre, gava bikeve jî, nikare hilde. Belê, ji bo heweskirina yek kesekî/ê, daîreyeke mezin a muhît ji hereketa xwe ya girîng nayê rawestandin.
P- Gelek alim û şairan, di hiyama xwe de, pesnê wan hakimên/rayedarên mezin, bi îfratî daye. Çi heye ku tu, pirê wan haki-man, weke zaliman dibînî. Wihareng e ku wan bi wê pesindanê tiştekî nebaş kiriye?
B- Li gor qayîdeya:
وَلَوْلَ خِلَلُ سَنَّهُ الشِّعْرِ مَا دَرَى * بنَُاةُ الْمَعَالِي كَيْفَ تبُْنَى الْمَكَارِمُ
niyeta wan, ew bû ku rayedaran bi hîleyeke letîf, ji nebaşiyan dûr bigrin û ji bo ku wan di warê qenciyan de bixin pêşbaziyê, şabaşeke xerîb a şairî dikirin. Lakîn ew şabaş, ji ber ku ji pişta miletekî mezin dihat derxistin, ew jî bi awayekî zalimî tevgeriyane. Nexwe her çendî ji aliyê niyetê ve baş kirine; lê belê di ‘emelan de wan xeletî kiriye.
P- Çima?
B- Ji ber ku di qesîde û nivîsên xwe de, qenciyên milletekî mezin, ji aliyê manewî ve talan kirine û dane zalimekî û wan qenciyan weke ku yên wan bin nîşan dane, di vê hêlê de bê hemdî xwe wan ji sazûmana zulmê re li çepikan dane.
P- Ê me Kurdan, di dilê me de, cesareteke (wêrekiyeke) ku cesedê me dadigre, hetta belkî fireh bûye û li van newalan bûye weke çiyayan û bûye keleh heye. Di serê me de têrtije zekaweta me heye. Singê me bi xîretkêşiyê mişt dagirtî ye. Me îtaetek heye ku dikare beden û azayên/organên me bi dev re bike. Me ferd hene ku dikarin newalan tije bikin heyat û çiyayan jî bixemilînin (Haşiye) . -Digel ku wiha cesaret, zekawet, xîret, îtaet û cemaeta me heye-, çima em wiha sefîl, îflaskirî û zelîl man û bi ser de jî di nîvê rê de man? Yên ku li pêşveçûnê siwar bûn, pê li me kirin û ber bi dahatûyê/ayendeyê ve bazdidin diçin. Ew gelên cîran ên me yên ku ji me hindiktir bûn û qeweta wan, pir ji qewe-ta me qelstir bû, bi pêşiya me dikevin; di ser me re xwe dirêj dikin?