Kitaplar
Dersên Civakî

   Ji ber vê razê ye ku bi her kesî re meyla lêgerîna li dînê heq hişyar bûye. Nexwe di hiyamen bê de, beraet-ul îstîhlal -1- hene ku dînê fitrî yê beşer dê bibe Îslamiyet.

   Hey bêînsafno! We ew heqîqeta Îslamê ku xwedî wê qabiliyeta ku dikare temamê alemê bigre nava xwe ye bigihîjîne hev, xwedî bike, ronahî bike, bi çi awayî teng dît ku hûn dikin xasê bi feqîran û xasê bi hin xoceyên ku muteessib in û hûn dixwazin ku nîvê ehlê wê bavêjin derve? Hem jî, hûn, wê qesra nûranî ya îslamê ku kemalan gişt di nav xwe de dihewîne û ew, wan maddeyên ku temamê hestên bilind/‘alî yên merivahiyê dikare pê xwedî bike, dihundirîne, bi kîjan rûyî, zenn dikin ku mîna ye konekî reş ê ku ketiye şînê û xasê bi hin feqîr û bedewiyan e? Belê, her kes, li gor nîşandana mirêka xwe, dikare hukum bide. Wer dixuyê ku wê mirêka we ya reş û derewîn, ew bi vî awayî nîşanî we daye.

   P- Tu îfrat dikî, tu xeyalê weke heqîqetê nîşan didî. Tu ji me re dibêjî cahil/nezan û li me heqaretê dikî. Axirzeman e, her ku biçe dê xirabtir bibe.

   B- Îca dunya, bila ji her kesî re bibe dinyaya pêşveçûnê; tenê ji me re bibe dinyaya paşketinê, ne wisa? De ka dibe? De va ez jî dê bi we re nepeyivim. Berê xwe didim vî aliyî û ez dê bi merivên ayendeyê re bipeyivim:

   “Gelî Seîd, Hemze, Emer, Osman, Yusuf, ‘Ehmed û kesên din ên ku li pişt esrê bilind ê piştî sê qernan nepenî ne; bi awayekî bêdeng li gotinê min guhdarî dikin û bi çavekî xef ê xeybî li min temaşe dikin! Ez xîtabî we dikim. Serên xwe hildin; bibêjin “Sedeqte!” û ev gotin bila li ser we, bi deyn be! Ev hev’esrên min bi kêfa xwe ne, ku li min guhdarî nakin bila nekin. Bi bêtêl û telgrafa ku ji wan newalên rabirdûyê ku jê re dîrok tê gotin û dirêjî wê îstiqbala we ya bilind dibe, bi we re dipeyivim. Çi bikim, min lezand û ez di zivistanê de hatim; hûn, di bihareke bihiştawer de ne. Toximê ku a niha tên tovkirin, dê li zemîna we kulîlkan bidin. Weke destmiza xwe, ez ji we vê dipêm û li bendê me, gava ku hûn ji bo ji parzemîna rabirdûyê derbas bûn û hatin, rêya xwe bi ser gora min bixin. Çend heb ji wan kulîlkan, bi serê dergevanê axa ku hestiyên min bi mêvanî diezîmine û jê re keviya kevirê kêlika gorê tê gotin ve, dênin. Em dê li dergevanê wê tembîh/qewîtî bikin, bangî me bikin! Hûn dê denge 

هَنِيئًا لَكُمْ

 bibihîsin! (Haşiye)

وَلَوْ مِنَ الشَّاهِدِ عَلَى طَيْفِ الضَّيْفِ

                                     

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat