Kitaplar
Dersên Civakî

hakim û miftî, ne ji heman cinsî bin, nikarin ji zimanê hev û din fêm bikin. Lewra şexsê wehîd, nikare şexsê manewî bixapîne û ronî bike.

   P- Ji berê ve em dibihîsin ku dibêjin “Hin Jon Tirk Mason in; zerarê didin vî dînî.

   B- Ji bo ku xwe li ser lingan bigre, îstîbdadê ev telqînat dane. Jixwe hin laûbalîtî/rûşûştî jî, qewetê dide vê wehmê; lê belê hûn bawer bikin, amanca wan ne ew e ku zerarê bidin vî dînî. Bilakîs meqseda wan ew be ku selameta vî milletî temîn bikin. Çi heye ku hin ji wan bi awayekî ji heddê xwe derketî, têkilî wê teessûba barîd ku li vî dînî nayê dibin. Nexwe hûn, wan kesên ku di ber meşrûtiyetê de xizmet kirine yan ji yên ku wê tevgerê qebûl dikin, bi navê “Jon Tirk”iyê bi nav dikin. Ha qismek ji wan, fedaiyên Îslamê ne. Qismekî wan jî, fedaiyên “selameta milletê”ne. Pirê wan ên ku bingeha heyata wan in, “ne mason in” Îttîhad û Teraqqî ne. Bi qasî eşîrên we, li meyana nav wan Jon Tirkan alim û meşayix hene. Bi rastî, di nav wan de, hin masonên bêedeb, pir sefîh jî hene; tiştê ku heye ew, ji sedî deh in. Ji sedî notê wan, muslîmên mîna we bi îtîqad in. (Wel hukmu lîl ekser) 1

بِقَاعِدَةِ أَنَّ زَيْنَ عَيْنِ الرِّضَا حُسْنُ النَّظَرِ بِاللُّطْفِ وَالشَّفْقَةِ وَأَنَّ نُورَ الْفُؤَادِ بِالرِّفْقِ وَالرَّحْمَةِ وَلَقَدْ سَمَى عَلَى الْحَقِّ بِأَقْدَامِ التَّوْفِيقِ وَسَعِدَ مَنِ اخْتَارَ الِْسْتِضَاءَ بِمِصْبَاحِ أَنَا عِنْدَ ظَنِّ حُسْنِ ظَنِّ عَبْدِي بِي

   Zenna baş bikin. Zenna nebaş, hem zerarê dide we hem dide wan.

   P- Ka dê bi çî awayî suî zenna me zerarê bide wan

   B- Hinek ji wan, mîna we, bi awayekî bê lêkolînî, bi teqlîdê bi meseleyên zahirî yên Îslamiyetê dizanin. Îca teqlîd ku heye, bi gumandayinan diqelişe. Nexwe ji hinekê wan re -nexasim ew ên ku li ser (vî) dînî sethî be û bi felsefeyê re mijûl bibe- gava hûn bibêjin “bêdîn”, îhtîmale ku bikevin tereddutê û mîna ku mesleka wî, xarîcê Îslamiyetê be, bi wesweseyan bibêje “herçî bada bad“ -2- û bi bêhêvîtî, belkî bi rikî dest bi wan hereketên ku Îslamiyetê ew qedexe kirine bike. Ha, gelî bêînsafan! We dît ku hûn bi çi awayî dibin sebebê dalaleta hin bêçareyan! Gelek caran hatiye dîtin ku ji merivê neçê re, gava hatiye gotin ”Baş î, baş î“ ew meriv baş bûye û ji merivê baş re gava hatiye gotin “Ne baş î, ne baş î” ew meriv bûye ne baş.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat