P- Bi çi awayî?
B- Ji bo debarê/meîşetê, rêya tabiî, meşrû/rewa û heyatdar ev e: Hu-ner e, zîraet e û bazirganî ye. Îca rêya netabiî, memûrî/kar-mendî û bi her cûreyê xwe îmaret/rayedariye. Bi min, bi çi navî be jî, yên ku rêya memûrtiyê, weke rêya meîşetê digrin, ji awayekî ve ew ên cerrar in û aciz in û parsek in. -Lê belê di qismê hîlebaziyê de ev yek heye- Bi dîtina min, yê ku dikeve memûrtiyê yan jî rayedariyê, divê tenê ji bo hemiyet/xîret û xizmetê bikeviyê. An na heke ne ji wê boneyê be, tenê ji bo meîşet û menfîetê bikeviyê, ji awayekî ve wisan e mîna ku mirtibiyê bike. Eve ji ber ku memûrî, bi qismî û eskerî bi temamî li cem me ye, me serweta xwe da destê îsrafê û nesla xwe li her aliyî belawela kir, wenda kir. Heke wisan biçûya, em jî dê ji dest biçûna. Eve eskerbûna wan ku ew bûne ekser mesleheteke mursel e fiqhî ye nêzî zerûretê ye hem jî jixwe em mecbûr in. Herçî mesaliha mursele 1 ye, di mezhebê Îmamê Malik de, dibe ku illeteke şer’î be.
P- Îro Ermenî, dibin qeymeqam û walî. Çawan çê dibe?
B- Çawan ku dibin saetgêr, makînevan û melkesvan/sivnikvan... Lewra meşrûtiyet, hakimiyeta milletî ye. Hikûmat, xizmetkar e. Gava ku meşrûtiyet rast be, qeymeqam û walî, ne reîs; belkî xizmetkarên biucretin. Ne-muslîm, nikare bibe reîs; lê belê dibe xizmetkar. Ferz bikin ku memûrî, ji awayekî ve serokatî û axatiyek e. Gava ku em ji nemuslîman sê hezar merivan ji serokatî û axatiya xwe re bikin şirîk, li her aliyê dunyayê rê li ber serokatiya sê sed hezar merivên ummeta Îslamê tê vekirin. Yê ku yekê winda bike û hezarî qezenc bike, zerar nake.
P- Hin hukmên şerîetê, mesela eleqeya wan, bi wezîfeya waliyan re heye, dê bi çi awayî ji aliyê wan waliyên ne-muslîm ve were birêvebirin?
B- Ji niha bi şûn ve, ji ber zerûretê, ew Meşîheta Îslamî 2 ku nûnertiya xîlafetê dike dê hem bilind hem muqeddes hem cihê hem jî dê bibe kontrolkar. A niha ji ber ku hakim, şexs na; belê fikrên raya giştî ye, ji rengê wî emînekî fitwayê dixwaze.
Ha, di daîreya meşîhetê de, ji çar mezheban ku, çil-pêncî alimên lêkoler pêkhatî ku fitwa emînê wî hakimî ne, dê mecliseke mebûsan a aliman damezrînin û şexsê manewî yê vê meclisê, dê ji şexsên din ên manewî re emîntiya/ewletiya fitwayê [şêxul Îslamekî] bike. Nexwe gava