Kitaplar
Dersên Civakî

   Yê/ya ku tiştan xweş dibîne, xweş difikire; ya/yê ku xweş difikire, xewna xweş dibîne. Ya/yê ku xewna xweş (Haşiye)  dibîne, lezzetê ji jiyana xwe digre.

   P- Fedaiyên Ermeniyan, digel ku ew qas xerabî kirin jî, îro yên ku herî zêde îtîbar bi wan tê kirin, bûne ew. Bi çavê tiryakê li jehra wan hate nihêrtin.

   B- Lewra xerabiyên wan, bi qenciyê/başiyê re alîkarî kir. Heke ew dest ji meyla xwe ya ser xerakirinê bernedin, em jî dê bibêjin ku “ew ji xerabiyê derketin.” An na nexweşîn, gava veşartî bimîne, bêhtir bi zerar e. Kêlesû, heta ku menfezeke nebîne, dikare zelezeleyê çê bike. Çawan ku carcaran ji xêrê şer dertê; ji şerî jî carcaran xêr dertê. Gelek kesên şerûd hene, ji ber ku şerên wan, ji armanca kesên bixêr re xizmetê dike, ew bi xwe jî di sûretê kesên bixêr de dixuyên û ji wî şerrê wan re li çepikan tê xistin. Gava ku tu xaniyê xwe ji bo tamîrkirinê xera bikî, yekî din ji bo ku diziyê bike, tê de qulan veke, ji aliyekî ve mîna ku bi te re alîkariyê bike; lê belê tu di tamîrê de bi hendaze be.

   P- Eskeriya ne-muslîman ka bi çi awayî caiz dibe?

   B- Bi çar awayan:

   Serê pêşî: Eskerî, ji bo pevçûnê ye. Duh gava we û wê hirça bidehşet şer dikir û jin, mirtib, zarok û kûçikan bi we re alîkarî kir, tu eybek hat ser we gelo?

   A duduyan: Hevpeyman û alîkarên sondxwarî yên Pêxember Eleyhisselatu Wesselam, ji muşrîkên Ereb hebûn, tevî hev diçûn şeran. Îca herçî ev, ehlê kitêbê ne. Di artêşê de ji ber ku ne kombûyî ne; cihê cihê ne, li hember wê wehma meyla ku em dibêjin “Her dem dibe ku zerar ji wan bê” re bendan dikşîne.

   A sisêyan: Li dewletên Îslamî, -welew bi carcaran be jî- nemuslîm, di karê eskerî de ji berê ve hatine xebitandin. Yenîçerî, şahidê vê yekê ye.

   A çaran: Tiştê ku bû sedem em ji aliyê nesil û serwetê ve li paş bimînin û ne-muslîm bi pêş bikevin, ew bû ku tenê me muslîman eskerî dikir. Berî çend qernan nufûsa Îslamê ya vê dewletê zêdetirî çil milyonî bû. Ev ne-muslîmên nava me yên îro, wê hingê tenê pênc-şeş milyon bûn. Serwet û bazirganî di destê me de bû; mixabin şêniyên me daket bîst milyonî, em ketin ritama xizaniyê. Ew, ji bin lingê xizaniyê derketin; li ser serê serwetê siwar bûn û derketin deh milyonan. Sedemê vê yekê

                                   

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat