Kitaplar
Dersên Civakî

   B- Erê, mixabin, di dewleteke ku hîna nû ye û şêlû ye de û li nav milletekî nezan û perîşan, qewimînên zemanê berê, tiştên berbadtir hebûn; lê belê hîna a niha nû dixuyên. Gava ku derdek hat xuyakirin,tedawiya wî hêsa dibe. Hem jî di karên mezin de, gava meriv hema tenê kêmahiyan bibîne, ji ber nexweşîna cerbezeyê, dixape hem dixapîne. Nîşana cerbezeyê ew e ku gunehê yekî zaf dike û zora xêran dibe.

   Mesela belxema ku her yek ferdekî vê eşîrê di yek rojekê de davêje,bi rêya cerbezeyê, ji aliyê wehmê ve, ciyê wan ferdan bigihîjîne hev û wê bi carekê di yek kesekî de xeyal bike û ferdên din, bi wî kesî re qiyas bike û bi wî çavî lê binihêre, yan jî bêhneke genî ku salewext ji yekî tê, bi cerbezeyê ferqa zeman a salekê, di xeyalê xwe de rake û bi wî awayî wehm bike ku bi yek carekê di yek deqîqeyekê de ji wî şexsî tê, gelo ew merivê pêşî çendîn derece di nav qirêjê de dimîne û merivê diduyan di nav genîtiyê de dimîne. Hetta heke çavê xeyalê xwe bigre,wehm ji pozê xwe bigre ku ji şikeftên xwe birevin heqê wan heye. Aqil,dê ji ber wê revê, wan nede şermê.

   Ha, helwesta ecêb a vê cerbezeyê, tiştên ku ji aliyê cî û demê ve cihê cihê ne kom dike, dike yek. Bi wê perdeya reş li her tiştî temaşe dike. Bi rastî cerbeze, bi her cûreyê xwe makîneya tiştên xerîb e. Ka nayê dîtin ku di nezera çavê evîndarekî ku cerbeze tev li aqilê wî bûye de hemû kaînat, bi hezkirinê, xwe li hev û din dikşîne û bi awayekî reqqasî tevdigere û bi hev û din re dikene. Îca di çavê dayikeke ku bi wefata weledê xwe şîn girêdaye hemû kaînat bi huzunengîzî li ser hev û din digrî. Her kes fêkiya ku dixwaze, li gor halê xwe fekiyan diçine. Di vî meqamî de ez dê, ji we re temsîlekê îrad bikim.

   Mesela: Merivek/zilamek ji we, ji bo ku tenê yek saetekê ji xwe re bigere,gava bikeve baxçeyekî ku têra xwe bizînet û xemilandî û bikulîlk-çawan ku ji taybetmendiyên bostanên (cennetê ye ku ji noqsaniyan bêrî be û çawan ku ji taybetmendiyên vê alema kewn û faniyê ye ku noqsaniyekê bixe tevî her kemalê- li quncikên cihê cihê yên vî baxçeyî jî, ji ber ku hin tiştên pîs û murdar hene, ji ber sewqa înxîrafa mîzacê û emrê wê, tenê li wan tiştên genîbûyî digere û hema misêwa li wan tiştên murdar dinihêre. Jêtirê ku li wê derê, tenê ew tê de hene. Ji ber ku bi hukmê xeyalê, xeyalê xirab berfireh dibe û wî bostanî, mîna selexaneû sergo nîşan dide, madeyê wî li hev dikeve; vedireşe, bi nefreteke pir mezin jê direve. Gelo hîkmet û meslehet, dê karibe rûyê rizayê,nîşanî xeyalekî wiha ku lezzeta heyata merivahiyê difetisîne, bide?

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat