Kitaplar
Dersên Civakî

dibe ku ne Misilman be, dibe ku temamê sifet û hunerên her kafirî jî ne kafir bin. Ji ber vê yekê, sifeteke ku Musluman be yan jî hunereke Musluman, ka çawan dê em rind nebînin, jê îqtîbas nekin? Çima ev yek dê ne caîz be? Gava xanimeke te ya ji ehlê kitabê/kitêbiyan hebe,helbet tu dê jê hez bikî!

   A duduyan: Di Zemanê Seadetê de, inqilabeke mezin a dînî qewimî.Ji ber ku wê berê hemû zihnan zivirand ser hêla dîn, temamê hezkirin û neyartiyê, di wê hêlê de dicivandin û li wê gorê hez dikirin û neyartî dikirin. Ji ser wê yekê, ji hezkirina ku ji ne-muslîman re dikirin, bêhna munafiqtiyê dihat. Îca a niha li ‘alemê, inqilabeke ecêb a medenî û dunyayî diqewime. Hêla medeniyetê ku hemû zêhnan zebt dike û hemû aqilan meşxûl dike, ramana pêşveçûn û dunyayê ye. Jixwe pirê wan bi dînê xwe ve, ne ew çend girêdayî ne. Lewra dostaniya me ya bi wan re,ew e ku em, medeniyet û pêşveçûnên wan baş bibînin, heman wisan ji wan bigrin ku ew jî, muhefezekirina wê asayişê ye ku asasê her seadeta dunyayî ye. Ha, ev dostanî, jibinî ne daxilê nehya Qur-anî ye.

   P- Hin Jon Tirk hene dibêjin: “Ji Xiristiyanan re nebêjin [Hey kafiro!] Lewra ew, ehlê kitabê ne (kitabî ne). Ka em dê ji bo çi (çima) ji kafiran re nikaribin bibêjin kafir?

   B- Çawan ku em ji merivekî kor re nabêjin “Hê koro!”. Ji ber ku lê tehde dibe. Li ser tehdeyê nehiy heye.

مَنْ أَذَى ذِمِّيًّا

    îla axirîhî   

   A duduyan: Du wateyên kafiriyê hene: Yek jê û ya ku serê pêşî tê hişê merivan ew e ku “Bêdînî û înkarkarê Sani’ e.” Heqê me tune ku em vê me’neyê li ehlê kitêbê daynin.

   Maneya duduyan: Înkarkirina pêxember û Îslamiyetê ye. Heqqê me ye ku em bi vê me’neyê li wan itlaq bikin. Tiştên wiha xirab û pîs, bivê nevê çê dibin. Ew bi xwe jî, ji vê navdayinê razî ne. Lêbelê ji aliyê urfê ve, ji ber bibîrxistina me’neya pêşî, bûye kelîmeyeke tehqîr û eziyetê.

   Hem mecbûriyet tune ku daîreya îmanê û daîreya muameleyan were tevlihevkirin. Dibe ku mebesta hin Jon Tirkan pê ev be.

   P- Em gelek tiştên xerab dibihîsin. Baxusûs li nav ne-muslîman...   Xwedêgiravî wan keçeke Îslamiyan biriye; li filan ciyî wiha bûye, li ciyêdin wiha bûye. Bûye, bûye, bûye! Îla axir…

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat