Ha, ji ber van yekan divê em bi wan re îttîfaq bikin. Hem jî yên ku dijminê me ne û me mehf dikin, cehalet axa, kurê wî zerûret efendî û neviyê wî neyartî beg e. Heke Ermeniyan bi me re dijminatî kiribe, di bin fermandariya van her sê fesadan de kirine.
P- Azadiya Ermeniyan hişê me tevî hev dike. Carekê êrîş dikin; carekêj î dibêjin ku azadî û meşrûtiyet, ên me ne; me kir. Hêviyên me dişkênin?
B- Texmîn dikim, êrîşên wan, li hember êrîşên ku wan, wî zemanê berê ji we texeyyul dikir û dipa, mîna ye xweparastineke tebîî û li hember êrîşên ku ji niha bi şûn ve ew, ji we dipên û wehm dikin, mîna ye numayişekê/çavtirsandinekê. Heke bi temamî bawer bikin ku êdî hûn êrîşî wan nakin, helbet dê qena’et bi edaletê bikin. Şayet bi edaletê qe-na’et nekin jî, Cenabê Heq dê bi hêza edaletê pozê wan bişkêne û wan bide îqnakirin. Hem jî gotinên wan ên mîna “Me meşrûtiyet da çêkirin” derew in. Azadî û meşrûtiyet bi xêra sunguyê eskerên me û bi xêra qelema cemiyetên me yên millî derket rûpelên hebûnê. Daxwaziyên herzeguyan/leqleqoyan, rakirina wê îdareya navendî ya siyasî ku bira-ziyê begîtî û muxtariyetê ye bû. Peyre jî, ji sedî notê wan bûn tabiê me. Pênc ji wan şeqlebend çend heb jî jê zevzekiyê dikin û naxwazin ku dest ji xeyalên xwe yên berê berdin.
P- Di Qur’anê de ferman heye ku bi Cihû û Nesraniyan re muhebbet neyê kirin.
لَ تَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارَى اَوْلِيَاءَ
Digel vê yekê tu bi çi awayî dibêjî ku bi wan re bibin dost?
B- Serê pêşî: Çawan ku ev delîl qet’iyul metîn 1 e, divê ku qet’iyyud delalet 2 be jî. Hal ku hal e mecala şîrove û îhtîmalê heye.
Lewra nehya Qur’anî bi giştî nîn e; mutleq e; îca mutleq jî, dibe ku were qeydkirin. Zeman, mufessirekî/tefsîrvanekî mezin e; gava qeyda xwe derxe holê, nabe ku îtîraz lê were kirin. Hem jî heke hukum,li ser muştaqê kelîmeya ku hatibe bê dariştin, Nesranîtî û Cihûtî were danîn, koka wî mesderê dariştî ye. Wê kelîmeya ku hatiye dariştin,weke sedemê qedexebûnê nîşan dide. Nexwe ev qedexe li hêla eyneyên Yahûdîtî û Nesraniyetiyê dinihêre. Hem jî merivek/zilamek,ne ji bo zatê wî jê tê hezkirin, dibe ku hezkirin ji bo sifet an jî hunera wî be. Ku wisan be, nexwe çawan ku her yek sifeta her yek Misilmanî