Kitaplar
Dersên Civakî

   B- Divê em xwe di mirêka dêwan de nebînin. Qebhet qebehetê me ye; ji ber ku me, ew bi temamî nekarî bigirta bin zimmeta xwe. Ji me nehat ku em bi awayekî bi heqperestî edaleta şerîetê nîşan bidin. Me ji ber nebaşiya îstîbdadê nekarî ku di daîreya şerîetê de mafên wan biparêzin. Peyre jî me xwest îca qeweta me negihîştê/nema. Ez a niha hinekî bi çavê “zimmiya bi peyman” li Ermeniyan dinihêrim.

   P- Ermenî, bi me re tevî neyartiyê hîle û xiyanetê dikin; de ka em dê bi çi awayî li ser dostaniyê, bi wan re yekîtî pêk biênin?

   B- Îstîbdada ku sedemê dijminatiyê bû, mir. Bi xêra bidawîbûna îstîbdadê dê dostanî bikeve jiyanê. Bi awayekî qet’î ji we re dibêjim ku seadet û selameta vî memleketî, bi hevgirtin û dostbûna bi Ermeniyan ve girêdayî ye; lê belê ne dostaniyeke ku we bixe zelîliyê; belkî digel muhefezekirina îzzeta millî, dirêjkirina destê aştiyê ye.

   Ez dê tiştekî bibêjim. Mumkun e ku Ermenî, bi yek carekê ji rûpelê hebûnê biêne maliştin, (wê gavê) dibe ku feydeya neyartiyê ji we re çê bibe. Yan na muheqqeq neyartî, zerar e. Hal ku hal e, ne zewala qewmekî ku ji hiyama bavê Adem ve ku di rê de bi me re hevaltî dike û bi me re hatiye; belkî mehûya qewmekî piçûk jî  

دُونَهُ خَرْطُ الْقَتَادِ

 ye.Qebîleya “Emerdilan” hezar sal e dîsan Emerdilan e.

   Hem jî ew hişyar bûne; lê belê hûn di xewê de ne û hûn xewnan dibînin. Hem jî ew bi fikra milliyetê hevgirtî û qewî ne; lê belê hûn bi îxtîlafê, a niha vala ne(qels in). Hem jî heke hûn bixwazin ku zora wan bibin, hûn dikarin bi çeka ku wan pê, zora we bir, ango bi aqil, bi fikra milliyetê, bi meyla pêşveçûnê, bi meylkirina ser edaletê, hûn jî dikarin zora wan bibin.

   Bi min, yê ku a niha bi şûr lê bide, eksa (petikîna)wî şûrî dizivire(ew şûr dipetike); tê û li êtîmên wan dikeve. Îro têkbirin bi şûran nîn e.Divê şûr hebe; lê belê divê di destê aqil de be.

   Hem jî sedemên dostaniyê hene. Lewra cîran in. Cîrantî, cîranê dostaniyê ye. Hem jî ew hişyar bûn. Li dunyayê belav bûn. Tovên pêşveçûnê berhev kirin; dê li welatê me tov bikin. Ew, me ji medeniyetê re mecbûr; ji pêşveçûnê re îqaz dikin û wisan dikin ku fikra milliyeta ku li bal me ye didin hişyarkirin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat