bike û hewl bide ku xwe dirêjtir bide nîşandan. Heke ciyê ku ew lê layiqe, bilintir be, dê bi nefsbiçûkiyê xwe bitewîne û xwarî wan kesên bindestî xwe bibe.
P- Zaf baş e, me qebûl e ku azadî baş e, xweşik e; lê belê azadiya van Ermeniyan, ji me re kirêt dixuyê; me dixe nava fikaran. Raya te çi ye?
B- Serê pêşî: Azadiya wan, ew e ku li wan zulim nebe û ew rehet bên hiştin. Ev jî, şer’î ye. Ji vê zêdetir, êrîşeke wan a bi ser nebaşbûna û dînîtiya we ve heye û ew jî, ji nezaniya we mifayê digrin.
A duduyan: Ferz bikin, bi qaydê ku hûn zenn dikin, bila azadbûna wan ji we re ne baş be. Zerara me ehlê Îslamê nagihîje ti kesî û em ne di zerarê de ne. Lewra çawan ku Ermeniyên nava me, sê milyon nîn in, xeyrê muslîm jî deh milyon tune ne. Çi heye ku milletê me û birayên me yên ebedî, digel ku zêdetirî sê sed milyonî ne, bi “sê qeyd û leleyên bidehşet” hatine qeyd û lelekirin û di bin esaretên îstîbdada manewî ya biyaniyan de dipelixin. Eve azadiya xeyrî muslîman ku şaxekî ji azadiya me ye, rûşweta azadiya hemû milletê me yê muslîme û dafi’karê wê îstîbdada manewî ya bidehşet e. Mifteya wan qeydû leleyan e. Wesîleya rakirina wê îstîbdada manewî ya bidehşet e ku biyaniyan avêtiye ser milê me. Belê, azadiya osmaniyan, keşşafê wê qedera Asyaya qerase ye. Mifteha bextê Îslamê ye; bingeha yekîtiya sûra Îslamê ye.
P- Çi ne ew sê qeyd ku îstîbdada manewî, bi wan ev alema Îslamê qeyd kiriye?
B- Weke îstîbdada hikûmata Ûris, qeyd û leleyek e. Îca zordestî û pêkûtiya gelê Ûrûs jî, qaydeke din e. Serdestiya wan erf û edetên wan ên kufrî û zalimî jî, qaydeke sisiyan e.
Hikûmata Îngilîz, her çendî ji aliyekî bi bereçavkî ve xwe weke îstîbdadkar nebe jî, gelê Îngilîz, zorbe ye. Erf û edetên wan jî dereceyekê serdest e. Ha, ji we re Hindistan delîlek û Misir jî nîv delîl e.Bînaen’eleyh gelê me, yan bi sê qeydan an jî bi qaydek û nîvê girêdayîye. Beranberî vê, di lingên ne-muslîmên me de, tenê qaydeke me ya derewîn hebû. Li hember wê, çawan ku me gelek nazên wan dikşandin,ew ji aliyê nesil û serwetê ve zêde û mezin bûn! Em, bi wê memûrî/karmendî û eskeriya ku ji awayekî ve xizmetkarî ye, di hêla serwet û nesîlê de berejêr hêla bûn. Bi dîtina min ji berê ve ye ku ew azad in.Lewra fikra milliyetê, bavê azadiyê ye. Dîsan hêsîr, Kurd û Turk bûn.Eve em, wê qeyda derewîn ji lingê sisêyan jî, deh milyonan vedikin da ku meydan ji azadiya sê sed milyon Îslamên ku bi sê qeydan girêdayî