Kitaplar
Dersên Civakî

   P- Tu çi dibêjî? Li ser vê azadiya ku tu pesnê wê didî, ev hatiye gotin:

حُرِّيَّةٌ حَرِيَّةٌ بِالنَّارِ * لَِنَّهَا تَحْتَصُّ بِالْكُفَّارِ

   B- Wî şairê bêçare, zenn kiriye ku azadî, mezheba îbahe ye. Haşa! Berevajiyê wê, azadî dike ku meriv, li hember merivan azad; li hember Xwedê jî, di ubûdiyetê de be. Hem jî min gelek meriv dîtine ku ji azadîxwazan zaftir êrîşî Sultan Hemîd dikirin û wan digot:“Ji ber ku Azadî û Qanûna Esasî berî sî salî qebûl kiriye, ne baş e.” Ha, yahû! Di gotina camêrê ku îstîbdada Hemdî Axa wek azadiyê dibîne û ji Qanûna Esasî ya ku tenê li ser kaxiz maye ditirse de çi qîmet heye? Yên wisan dibêjin, Dibe ku jixwe wisan in. Hem jî yekî ku serê bîst salî ye di ber Îslamiyetê de cangorîtiyê/fedakariyê dike wiha gotiye:

حُرِّيَّةٌ عَطِيَّةُ الرَّحْمٰنِ * إِذْ إِنَّهَا خَاصِيَةُ الِْيمَانِ

   P- Azadî, bi çi awayî dibe xusûsiyeteke îmanê?

   B- Ji ber ku merivê bi rabiteya îmanê, xizmetkarê Sultanê Kaînatê ye, çawan ku egîtiya wî ya îmanî nahêle ku tenezzulî tezellulê/zelîliyêbike û nahêle ku bikeve bin zordestî û zulimkariya tu kesî, dîsan ew şefqeta wî ya îmanî nahêle ku têkilî/êrîşî azadî û mafên tu kesî bibe.Erê, xizmetkarekî rast ê padîşahekî, ji zordestiya şivanekî re zelîlî nake. Qendera tenezzul nake ku li bêçareyekî jî zulimkariyê bike. Nexwe îman, çendî bêqusûr be, azadî, ew çend dibiriqe. Ha ji te re Qernê Seadetê!

   P- Li hember merivekî mezin, li hember weliyekî yan jî li ber şêxek û alimekî mezin em, dê bi çi awayî azad bin? Mafê wan e ku ew ji ber wan meziyetên xwe, me bigrin bin fermanê xwe û li me zordestî bikin.Em ji wan û fazîletên wan re hêsîr in.

   B- Nîşana welîtî, şêxîtî û mezinahiyê, tewazû û nefsbiçûkî ye; ne quretî û zordestî ye. Nexwe yê ku quretî dike, mîna ye wî zarokê ku xwe bi darê zorê li şêxîtiyê girê dide. Hûn jî, bi çavê mezinan li wan menihêrin.

   P- Çima quretî (ya bi darê zorê xwe mezin nîşandan) nîşana biçûkiyê ye?

   B- Çimkî j bo her kesî, mertebeyeke heysiyetê ku xwe tê de bibîneû pê, li merivan temaşe bike û “navdarî” heye. Ha, ev mertebe, heke ji bejna qabiliyeta wî merivî bilindtir be, ew meriv, ji bo ku xwe di wê mertebeyê de bide nîşandan, dê bi darê zorê xwe dirêjî wê mertebeyê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat