Kitaplar
Dersên Civakî

   B- Belê, ne’em, we heq heye. Çi heye ku xîretkêşî tiştek e; îş û kar tiştek e. Bi min, gava dilek û wicdanek, bi fezîletên Îslamî neyê xemilandin;xîretkêşî, rastiya heqîqî û edalet jê nayê hêvîkirin. Tiştê ku heye, ji ber ku kar û huner, tiştekî din e, merivekî fasiq, dikare şivantiyeke xweşik bike. Merivekî eyyaş, gava ne di ‘eyyaşiyê de be, dikare xweş saetan çê bike. Ha, a niha, yên ku selahet û mahiriyê, bi gotineke din yên ku fezîlet û xîretkêşiyê, nûra dil û nûra fikrî naynin bal hev, têra wezîfeyên dewletê nakin. Nexwe yan mahirî ye ya jî selahet e; îca di hunerê de mahirî tê tercîhkirin. Hem jî ew bênimêjên serxweş, ne Jon Tirk in,dibe ku şon-Tirk bin. Rafiziyên Gênc Tirkan in. Ji her tiştî re rafizîtiyek heye; rafiziyên azadiyê jî ew kesên sefîh in.

   Gelî Kurdan! Însaf bikin. Gava rafiziyek, me’neyeke xelet bide“hedîs”ekê, yan jî ‘emelekî xelet bike, gelo divê ew hedîs bê înkarkirin an na xetayê wî rafiziyî li pêş merivan bê danîn û namûsa hedîsê bê parastin? Belkî azadî ev e ku: Ji xeynî qanûnê edaletê û biedebkirinê, bila tu kes li tu kesî tehekkum/zordestî neke. Bila mafên her kesî parastî were hiştin.Bila her kes di tevgerên xwe yên rewa de, bi awayekî şahane azad be. Bila bibe mezherê raza wê nehya:

لَ يَجْعَلْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا اَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللهِ

   P- (Haşiye) Nexwe em ji berê ve xwedî azadiya xwe bûne. Azadiya me,tevî me bi cêwîtî bi me re welidiye. Nexwe bila xelqên din kêf bikin; ji me re çi ye?

   B- Erê, jixwe ew evîna azadiyê ye ku zehmetiyên li hember wê, taqeta merivan nagihîjê û ji ew çend xweşiyên biîhtîşam yên medeniyetê we, bi awayê îro yê meşrebî têr û zengîn kirine; lê belê gelî koçeran, a ku li cem we ye, nîvazadî ye. Nîvê wê yê din, xerakirina azadiya kesên din e. Heta ku hûn zerar bidin azadiya wan heyinên derdora xwe,azadiya wan nîvçe ye. Hem jî, ev azadiya ku qûtê nanoziko ye û tevî kovîtiyê ye, bi wan, sewalên cîranên we yên çiyê re jî heye. Çi heye heke lezzet û teselliyeke/aşkirineke van heywanên bêçare yên kovî hebe, ew jî azadiya wan e; weke rojê biriqandî, evîndara her ruhî û hempayê cewhera merivahiyê ew azadî ye ku di kamiraniya qesra medeniyetê de rûdine; bi kinc û hulleyên marîfet û fezîletê hatiye xemilandin.                      

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat