Bi wê zora ku du gozê di wan du çavîkê wê da yê, yekê wê bal asîmana va û yekê wê bal zemînê va dadixîneyî va du roj hebin, yekê wê bal erşê va û ya dinê bal ferşê va hildide û datîne.
Êdî ku, di van heyîkên bêkêr û kêm û pûç da bi razên ronîtiyê û tenikiyê û dizgûniyê û serfirotiyê û dakişaniyê va tişta mezintir, bi tişta piçûktir da yekwar dibe. Tiştên bêberge û bêjimar ji tek tiştekî ra yeksan dixuyên. Her hemin bi razên vexuyanêd ronakê karîna Xweda yê Karînkarê Bêberge yê xweganî û bêdawî û pirrbala û teniktiya hindirê tiştan û dizgûntiya huwîde û endaze yê û pirr serfirotiya tişta ya ji fermanêd wê çêkirinê ra yê û dakişana di hebûyîna ku yeksaniya bûyîn û nebûyînê ye yê va hindik û pir, mezin û piçûk, ji wî ra yeksan dibin. Çawan ku hemî meriva, wekî tek merivekiyê, bi qêrînekê va bal heşrê va dikare bîne.
Hem bi gorî sitûrî û jarî yê va cêrgên tiştekê, têketina dijberê wê tiştê ne, di nav wê da. Bi awayê nimûne, cêrgên germê têketina sermê ye û cêrgahên rindîtiyê têketina çirkêntiyê ye û cûreyên tavê têketina tariyê ne. Lê tiştekî ku, xweganî be, dervakî nebe, dijberê wî nakeve nava wî. Lewra kombûna du dijberan divêk tê. Eva jî, nebûyî ye. Divêk ew e ku, tiştekî ku bingehê xweganî be, di wî da cêrge tûne. Êdî ku karîna Xwedayê Karînkarê Bêberge xweganî ye, wekî heyîkan dervakî nîne û di gihêjaniya bêberge daye, ahestiya ku dijberê wî ye yê, nabe ku bikeve navê. Divêk ew e ku, çêkirina biharekî ji Xwedayê Mezinkar ra bi hindê kulîlkekî va hêsatir e. Eger bal pêwenda va were spartinê kulîlkekê bi hindê biharekê va giran dibe. Hem jiyandin û komandina hemî meriva wekî jiyandina tek merûkî yê hêsa ye.
J i serê pirsika heşrê da ta bal vî derî va axiftinê me yê di warê rewş û bingehên nimûnê da yê, ji rêjana Qurana Huwîdedar da ye. Ji amadekirina nefsê ya ji destdanînê ra û ji amadekirina dilî ya ji hildanê ra yê divêk e. Gotina hîmîn ya Quranê ye. Lewra gotin ew e û gotin ya wê ye. Em guh bidinê,