Bexşan û aziranikî amade dikeyiya wî, bi hev ra agah didin û pirr cara pirr situr peyman dide û gelek hişk gef dixwe yê, hildidin.
Pêkneanîna peymanê jî, hem bindestî û hem situxwarî ye. Bi tu alî yê da ji mezinatî û paktiya wî ra nêzîk nabe û pêkneanîna gefxwarinê jî, yan ji bexşandinê da yan ji ahestinê da tê. Tewş ev e ku, gawirtî sûcê bêberge ye (Haşiye) ji bexşandinê ra hildar nîne. Qedîrê Bêberge jî, ji ahistinêyî, pak û paqij e. Guwahdar û agahkiran jî, di tewşa ku, di rêça xwe û avrêja xwe û rêgahên xwe da cihê ne, bi pirr yekbendiyê va di hîmê vê pirsikê da yek in û bi piranî va di cêrga yekbendiyê da ne û bi rewşê va di hêza komandinê da ne. Bi cîgahîva her yêkî wan stêrkekî cûreyê meriva ye û çavê gerohekî ye û bala yê miletekî ye û bi hêjatiyê va di vê pirsikê da hem merivê hozaniyê ne, hem merivên radarkirinê ne. Tewş ev e ku, di fennekî da yan di pîşekî da du merivê hozan ji hezaran merivên mayîn balatir in û di agahandinê da du merivên ravedar di ser hezaran merivên wundakir da tên girtinê. Bi nimûneyê, du merivên ku hebûna hîva remezanê agahdidana, wundakirina hezaran merivên wundakirî bal hîçî va davêjin.
A pêda ew e ku, di cîhanê da ji viya rasttir agahikî û dirusttir dozekî û xuyatir bingehekî nabe. Divêk ew e ku, bêguman cîhan zevîkî ye, komgaha heşrê jî bêderkî ye, xermankî ye, bihişt û dûje jî yek enbar in.
BINGEHA DEHAN: Deriyê hikmet û inayet û rehmet û edaletê ye. Ayisana navê Huwîdedar û Bexşekar û Dadgîr û Banînkar e.
Tu car dibe ku, di çembera koçwar û di cîhana war û binwarê Xwedanê Warî yê Mezinkarê ku, di vê mêvanxana cîhani ya bêmayîn da û di vê bergaha rencanî ya bêkudan da û di vê ravegaha zemîniya bêwarge da hunerên hikmetekî wuha ronak û înayetekê wuha xuyak û edaletekê wuha zordar û merhemetekê wuha fireh yê rava dideyî da xaniyêd timanî û xanîdarên ebedî, cîgahên mayîndar û çêkberên payîdar tune bin, bingahêd vê huwîde û înayetê, dad û merhemetê