Sade dibêjin ku: Balayî Ehmedaneyî ku radarekî axiftekarê yektiya Xwedê ye, bi baskên pêxembertî û rewşendildiyê va, dibê bi hêzekî ku bi hevbendiya hemî pêxemberên di beriya wî da va komaniya wan û komekarane hevbendiya hemî rewşendil û hişzelalên ji wî şûndayî di xwe da digire, di hemî jîna xwe da bi hemî zora xwe va yektiya Xwedê rava daye, eşkere kiriye û mînanî kişwera Îslamtiyê, pencerekî fireh û pertew û ronakî nasîna Xwedê vekiriye. Mînanî Pêşwer Xezalî û Pêşwer Rebbanî û Muhyeddînê Ereb û Ebdulqadirê Geylanî yî ku, milyonan hozanê hişzelal û rastgoyan ji wê pencereyê da dinerin û ji merivên dinê ra jî rava didin. Ma gelo, perdekî ku pencerekî wîha bigire heye? Û yê ku wê bedguman bike, ji vê pencerê nenêre jî, ma hişê wî heye? da tu bibêje.
PENCERA SIH Û SISÊYA
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ الَّذٖٓى اَنْزَلَ عَلٰى عَبْدِهِ الْكِتَابَ وَلَمْ يَجْعَلْ لَهُ عِوَجًا قَيِّمًا ۞
الٓرٰ كِتَابٌ اَنْزَلْنَاهُ اِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِ
Hemî Pencerêd borîn, ji derya Quranê da çend çilk bûyîna wan, bihoşe; paşê, di Qur’anê da çi hinde rûyêd yektiya Xwedayê yê wekî ava jiyanê hebûna wî, tu dikarî bipîvî. Lê Qurana kan û kangah û koka wan hemî Penceran va di awakî pir kurt da di curekî xurû da were nêrînê jî, dîsa pencerekî fireyî pir pertew û ronak e. Ew pencera, çi hinde birrak û pertew û ronak bûna wê, bal Gotina Bîst û Pêncaya Şandîka Ahistandina Qur’anê yê va û bal Awira Heyştdeha va Nameya Nozdeha va em dispirin; û bal textê banokî Xwedayê Mezinkar yê ku Qur’an ji me ra şandiye va niyaz dikin û dibêjin: