Êdî di hemî rûyê zemînê da bi tevî pir bihatiyê va erzaniya bêbergeh û di nav erzaniya bêbergeh da bi tevî têkilî û tevliheviya bêberge va paqijan û cihêtiya bê bergeh û di nav paqijan û cihêtiya bêbergeh da bi tevî pir dûrtiyê va di cêrga dawîn da hevwartî û mînantî û di nav mezintayî û di nav mînantiya cêrga dawîn da bi tevî asanî û hêsatiya di cêrga dawîn da yî va hêjakarane çêkirina di cêrga dawîn da û di hundurê çêkirina rinda di cêrga dawîndayî da bi tevî lezan û rûtiya bêbergeh va di cêrga dawîn rêzbend û rêzandar û bê kêmasî û di nav bê kêmasiya di cêrga dawîn da da bi tevê pirtî û piraniya cêrga dawîn va cêrga dawîna xweş pîşetiyê û di nav cêrga dawîna xweş pîşetiyê da bi tevî camêrtiya di cêrga dawîndayî va duzana bêbergeh; herhemin mînanî ku nav rojê, tavê û tav jî rojê rava dide. Ji bivêka hebûna Karînkarekî Mezînkar û Huwîdedarekî Balakar û Banînkarekî Zîbadar û ji balatiya karîna wî ra û ji zîbatiya Xwedatiya wî ra û ji yektî û tektiya wî ra guwahiyê didin û raza
لَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰى
yê rava dikin.
Niha hey bêçare nezanê gêjê înadkarê peramoşkar! Tu vê bingeha mezin bi çi va dikarî venînî? Û vê tewşa di cêrga dawîn da ahestger û tîşîkî, bi çi va dikarî rava bidî? Û van pîşeyên sosretê di cêrga bêbergeh da yî, bal çi va dikarî bispêrî? Û ev pencera ku di cêrga rûyê zemînê da fireh e, tu bi kîjan perda gêjanî dikarî bavêjî û bigirî? Rasthatina te li kû? Û rehberê te yî bêhişî ku jê ra xwerist dibêjin û pê dipesinî û hevalê te û sipargahê te yê di şaştiyê da yî li kû ye? Ma di van karana da têgerana rast hatinê, sed carî ne bi wek te nîne? Û van karên tîşîk ji hezarî da yekî wî, bal xweristeyê va sipartina wî, hezar carî ne bi wek nabe? Yan na, ma xwerista hişk û ahesteya, di nav her tiştekî da bi jimara tiştên ku ji wî tiştî tên çêkirinê va makîne û çapgehên wî yî veşarkî hene?
PENCERA HEYŞTDEHA
اَوَلَمْ يَنْظُرُوا فٖى مَلَكُوتِ السَّمٰوَاتِ وَ الْاَرْضِ
Li vê nimûna ku di Gotina Bîst û Diduya da hatiye ravedayînê binêre ku, çawan hunerekî hêjayî, dizgûnî, pîşedarê wekî serayê bi eşkereyî va kirinekî rava dide. Dibê, avayiyek, dulgertiyê rava dike; û kirinekî hêja û dizgûn, bi neçarî va kirinkarekî hêja û hostakî û dulgerekî zana rava dike; û navê hosta û dulgerê hêja bi eşkereyî va rewşekî hêja, dibê, hişê pîşeyê rava dide. Rewşa hêja û ew hişê pîşeyê hêja, bi eşkereyî va hebûna hilêkekî hêja rava dide; û hilêk û qabiliyetekî hêja jî, hebûna rewanekî bala û kesekî bilind rava dike.