di awakî hêja û bala da xwarin û xurekekî hemî jiyandarên xwastekê xwarinê, bi eşkereyî va xurekdayînekî perwerkarane û xwedantîkî telîzkarane yê rava dide û ew perwerandin û rêvabirin bi neçarî va xurekdayekî bexşkar rava dike.
Erê, hemî afiranberên ku li rûyê zemînê da pir bi huwîdeyê va tên perwerandinê û pir bi payandin va tên sosandinê û pir bi banîn va tên nazandinê û pir bi telîzanê va tên xwedîkirinê yeka yek ji bivêkiya Hostakî Huwîdedarê Bexşkarê, Banîkî Xwurekdayî ra guwahiyê dikin û bal yektiya wî va awir didin; çawan ku huwîdeya giştaneya di hemî rûyê zemînê da dixuyê û di giştandatî dîtinê û vîn û qesdê bi eşkereyî rava dide û payîna serasera ku huwîdeyê jî, di xwe da hildide û li hemî çêkberan werhatiye û banîna firehiya ku payîn û huwîdeyê di xwe da hildide û li hemî hebûkên zemînê werhatiye, xwarin û xureka ku banîn û huwîde û payînê jî, di xweda hildide û di rewşekî werhatiyî li hemî jiyandaran da û di awakî pir bexşkarane da bi carekê va li ber çav bigire û binêre.
Çawan ku heft reng, tavê çêdikin û ew tava ku rûyê zemînê dironîne, çawan bê guman rojê rava dide, werre jî; ew huwîde û payîna di nav wê huwîdeyê da û banîna di nav payînê da û xureka xwarinê ya di nav banînê da yektiya Xwedakî bivêkhebûnê di cêrga dawîn da Huwîdedar û Bexşkar û Banînkar û Xwurekdayî û balatiya Xwedatiya wî di pîvanekî mezin da di cêrgekî bala da di çehrekî ronak da rava didin.
Êdî hey serseme korankerê gêj! Tu vê perwerana huwîdedarane û bexşkarane û banînkarane û xurekdayane ya li ber çav dayî û vê tewşa sosret û tîşîkî û ahestegarî, bi çi va tu dikarî rava bidî? Ma bi rasthatina sersema wekî te va û bi hêza kora wekî dilê te va û bi xwerista kerra wekî qafê te va û bi pêwendinê aheste û hişk û nezanê wekî te va? Yan na? Tu li Xwedayê Mezinkarê di cêrga bê dawî da pak û paqij û pakîn û bala û di cêrga bêdawî da Karînkar û Zana û Bihîstkar û Dîtkar ra navê xweristeyê da cêrga bêdawî da aheste û nezan û kerr û kor û çêbûyî û belengaz dideye, kirina sûcê bêdawî dixwazî? Hem tu vê bingeha ronaka wekî rojê bi kîjan hêzê va dikarî vemirînî? Û di bin kîjan perda gêjanî da tu dikarî xwe veşêrî?