GOTINA SIH Û SÊYA
Sî û sê pencere ye
Di alîkî da nivîsara sih û sêya ye
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
سَنُرٖيهِمْ اٰيَاتِنَا فِى الْاٰفَاقِ وَفٖٓى اَنْفُسِهِمْ حَتّٰى يَتَبَيَّنَ لَهُمْ اَنَّهُ الْحَقُّ اَوَلَمْ يَكْفِ بِرَبِّكَ اَنَّهُ عَلٰى كُلِّ شَىْءٍ شَهٖيدٌ
Pirs: Em ji bivêk û ji yektiya Xwedê ra û ji rewş û karên hûmayî ku ev du ayetên fireh rava didinê, awayê ravakirina kişwerê biçûk û mezinê mirova û cîhanê ne; di awakî kin û kurt da em ravadayîna wê, em dixwazin. Lewra, korankaran pir pêş da çûne. Hetta çi gavê emê
وَ هُوَ عَلٰى كُلِّ شَىْءٍ قَدٖيرٌ
bibêjin û destê xwe, bilind bikin? dibêjin.
Bersiv: Hemî sih û sê gotinê nivîsandî, ji deryaya wê ayetê da û ji wê derya bingehîn va dirijîne têda, sih û sê çilk in. Hûn li wana binêrin, dikarin bersiva xwe bigirin. Nihaka sade ji wê deryayê da bal xunavêd çilkekî va ji cûreyê awirandinê da em wiha dibêjin ku: Nimûnane, çawan ku hostayekî ahistegar, çêkirina serakî mezin bixwaze; di serî da hîm û xîmên wê, dizgûnane bi huwîdeyê va datîne û di awakî hevwarî çirîk û amancêd wî, di pêş da yî da dicêrigîne. Paşê, bal xaniya û keriyan va bi hostayî va dicihîne û vedixîne. Paşê, wan xaniyana didozîne û dicêrigîne. Paşê, bi nemûçan va disosîne. Paşê, bi çirayên alatirîkê va dironîne. Paşê, ji bo ku di wê seraya çagirîn û sosîn da hostatiya xwe û qenciyêd xwe rava bide, di her cêrgekî da teze teze çêkirina û guherandina û guhezandina çêdike. Paşê di her xanîkî da bi ciyê xwe va bihîstokekî girêdaiyê, girêdide. Yek pencera vedike û ji her yekê va ciyê wê dixuyê.