Pêşek
Xwedayê Bala bi xwedatiya xwe ya mezin va; û bi banîna xwe ya zîba va; û bi xwedanîya xwe ya gir va; û bi telîzaniya xwe ya bexşan va; û bi karîna xwe ya giris va û bi huwîdeya xwe ya nazik va gewdeyê vî mirovê piçûk bi ev çend bihîkan û bihîkdaran va; û bi ev hind lepan û leşan va; û bi endam û berdestikên cihê va; û bi nazikdar û veşarîkên cûre va çekandiye û sosandiye ku ta bi gelek pirr berdestekan va bêjimar cûreyên dayîna xwe û kirîyên qencîya xwe û cêrigên banîna xwe bi wî merîvê bibihîne û bizanîne û biçeşnîne û binasîne. Hem ta bêjimar cûreyên vexûyanêd hezar û yek navî ji mirov ra bi wan berdestikan va bizanîne û bikişîne û bievîne. Berdest ku leşên di wî merivê da yê heryekê wan cihê cihê olama wî û peristina wî heye. Çawa ku cihê cihê kêfa wî û êşa wî û olama wî û padaja wî heye. Nimûnane: Çav rindîyên di çehran da û cûreyên ahestegerên rindê karînê yên di kişwerên dîtîyan da lê dinêre. Olama wî bi çavê pendî va ji Hostayê wî ra şabaş e. Keyf û êşa ariziyê bi nêrînê va xuyakî ye, ji nasandinê ra divêk tune. Nimûnane: Guh cûreyên dengan û ahingêd wan ê nazik û nazikên banîna Xwedê ya di kişwerê bihistîyan da dibihî. Perestinkî wî yê cihê û keyfekî wî yê cihê û padajekî wî yê cihê jî heye. Nimûnane: Hêza bihinkar nazikiyên banîna Xwedê yê di gerûha bêhnandayî dibihî. Ji wî ra arizî olamekî wî yê şabaşî û keyfekî wî heye. Herhemin padaja wî jî heye. Nimûnane, hêza çeşnanî bi zanîna çeşnîd hemî xwarinan va bi şabaşekî veşarkî yê pirr cûre va olamê dibîne û bi vî awayî va hemî leşikên merivtiyê û mînanê dil û hiş û can, leşên nazikê mezin û hêja wiha cihê cihê olamên wî kêfê wî û êşêd wî hene. Êdî xwedayê Bingedar û Bêberge Huwîdedar van leşên di vî mirovî da dixebitîne herhemin ji her yeke wan ra padajên wan ê hêja ewê bide. Ewan gelek cûreyên evînê çirîkên wan ê lezane yê di cîhanê da ye ku di pêşda hat ravadayînê herkes bi can va dibihê û bi gumanekî rast va tê ravadayînê.