Hînkirina wan cihê ye û berdana wan cihê ye û karîna wana ku wan xwestekên wan bi cih bîne û zimanê wan ê ku wan daxwazan bixwazê tune ye. Di wê tewşê da di nav çembera dad û huwîdeyî da bi rêzan û dûzanê va li navên Bingehdar û Banûk û Xurekdayî û Banîk û Bexişkar binêre û bibîne ku, çawa tu yekê şaş nake û bîrva nake, li hev poş nake û diperwerîne û digerîne û disiwêrîne. Êdî ma karekî weha bi dûzan û bi rêzaneke çemberdarê mestkar va tê çêkirinê? Tiliyên kesên dinê dikare tê bigere? Ji xwedayê yek û tek û huwîdedarê bêberge û karînkarê her tiştî pêva da kîjan tişt dikare destê xwe bal vê tewş û vê çareyê û vê xwedatiyê û vê dagerandinê va dirêj bike. Kîjan peywend dikare tê bigere?
NOTA ÇARAN: Tu dibêjî, evînêd min ên cihê yên cûre cûreyî bi xwarinan ra û bi nefsa min û hevala min û bi dayik û bav û zarokên min ra bi dost û rewşendilan û pêxemberan û ji tiştên rind û bi bihar û cîhanê va girêdayî, di awayê ku Qur’an ferman dikeyeyî da bin, çirîk û hoyde ya wan çi ye?
Berpirs: Ji bo ravedayîna hemû çirîkan ra nivîsandina nivîskeke mezin divê. Nihaka sade bi kurtayî va bal çirîkekê, diduyan va em ê awir bidin. Di serî da çirîkên wî yên lezane yê di cîhanê dayî were gotinê. Weha ku:
Mînanî ku di pêş da hat ravadayînê, evînêd di awayê merivên gêjkar û cîhanpîşe da û bi navê nefsê va yî, di cîhanê da derd û kul û êşên wan pir in. Xweşî û noşî û hêsaniyên wan hindik in. Nimûnane, telîzanî ji rûyê ahestiyê da dibe derdekî jandar û evînî ji rûyê cihêtiyê da dibe şewitaneke derdkar û keyf ji rûyê çûyînê da dibe vexwarineke jehrîdar. Di cîhana dawîn jî, ji bo ku bi navê Xudê nîne, yan bê huwîde ye, yan agir ketibe netawiyê, azar e.
Pirs: Ji pêxemberan û rewşendilan ra evînî çawan bêhayde dimîne?
Berpirs: Mînanî ku evîna sisêkaran ji Îsa Pêxember ra û ya davêjkaran ji pêşwarê ‘Elî ra yê, bê hayde dimîne. Eger ewan evînana di awayê hînkirina Qur’anê da û bi navê Xwedayê Bala bin û bi jimarîka evîna Xwedayê Banûk bin, wê demê, hem di vê cîhanê da hem di ya dinê da çirîkên wan ên baş hene.
Herçîke di vê cîhanê da ji xwarinêd xweş û meywên baş ra evîna te, qencîkî bêêş e û kêfeke wekî şabaşî bi xwe ye. Evîna ji nefsa te ra jê ra telîzanî ye û perwerandin e û ji kêfên ziyankar da randine.