pirr roniyêd rindî û zîbatiyê hene û bihişt bi hemû rindî û xweşiyêd xwe va zîbatiya banîna wî û banîna zîbatiya wî rava dide. Û hemû rindî û zîbatî û başî û balatiyê dilber û dilawerî di hemû heyîkan dayî, bal zêbatî û balatiya wî va awir didin û rava didin û jê ra nîşan in. Wî ya ji xwe dilber û pereste bigire. Hem dibêje.
Hey merivo! Hilêka evîna xwe ya para nav û rewşên Xwedê ji hebûkên dinê yên bêmayîn ra nede, li aferîkên beyhûde ra belav neke. Lewra çêkber û afrîk pûç in. Lê navên Xwedê yên rind ên ku di wan huner û di wan çêkberan da nemûçe û çirûskên wan dixuyane payidar in, mayîndar in û di her yek nav û rewşên Xwedê da hezaran cêrgeyê qencî û zêbatiyê û hezaran payeyê balatî û evînê hene. Tu sade li navê Banînkar binêre ku bihuşt tîrêjeke wî ye û bextiyariya timmanî çirûskeke wî ye û hemû xwarin û xweşiyên di cîhanê dayî dilopeke wî ne.
Êdî, li ayeta لَقَدْ خَلَقْنَا الْاِنْسَانَ فٖٓى اَحْسَنِ تَقْوٖيمٍ ۞ ثُمَّ رَدَدْنَاهُ اَسْفَلَ سَافِلٖينَ ۞ اِلَّا الَّذٖينَ اٰمَنُوا وَ عَمِلُوا الصَّالِحَاتِ bi ya ku bal bingeha bawerkaran û şaşkara yê di aliyê jiyan û olamê dayî va awir dide. Hem li ayeta فَمَا بَكَتْ عَلَيْهِمُ السَّمَٓاءُ وَ الْاَرْضُ ya ku bal çirîk û dawîka wan awir dide tûj binêre. Vê dakêşana me rava dideyê, çerrê bala û ahestgarane rava didin.
Ayeta pêşîn di Gotina Yanzdehan da vexistane û bingeha wî ya ku ahistkarane û kurtkarane rava daye, di wê Gotinê da hatine ravadayînê. Ji wê yekê da ew wê bal wê derê va dispêrin. Ayeta duiduyan jî, em ê sade bi awireke biçûk va rava didin ku bingeheke çerrê bala rava dide. Weha ku:
Ev ayeta bi divêka hevwar va wiha ferman dike. Bi mirina merivên şaşkar va zemîn û asîman li ser wan da nagirin û bi divêka cihê va rava dide ku bi çûyîna merivên bawerkar ji cîhanê dayî va asîman û zemîn li ser wan da digirîn.
Dibê, êdî ku mirovên şaşkar olamê zemîn û asîmanî dikorînin û divêkên wan nezanin û hêjatiya wan dixînin û xwedayê wan nanasînin, li hemberî wan da biçûkandin û dijminiyê dikin. Her hemin asîman û zemîn ji wan ra nagirîn belkî ji wan ra nefrînê bedxwaziyê dikin û bi gavirbûna wan va kêfxweş dibin.