Hem we evîna para nav û rewşên Xwedê da cîhanê û hunerên pîşeyên wî li peywendên cîhanê parve kirin, hûn derdê wê dikişînin.
Lewra hinek wan evînberên we yên bêjimar ji we ra - bi dilê we va - nabêje, pişta xwe li we dizivirîne û diçe. Hinek jî, we tew nanase, binase jî, we naevîne; bievîne jî, ji we ra huwîdekî nade. Hûn tim ji cihêbûnê bêberge da û li ser nezivirandinê da ji çûyîna bêhêvî da azarê dikişînin. Her hemin tiştên ku mirovên şaşitiyê jê ra bextiyariya jiyanê û gihîjana mervaniyê û başiyên bajarvaniyê dibêjinê, bingeha wan û rûyê wan ê hundir, eva ye. Gewendetî û serxweşîtî û perdekî ye. Pêlekê nade bihînî, tu ji hişê wan ra bibêje.
Herçîkê şûşa ronak a Qur’anî, hemû derdên ku merivên şaşitiyê dikişînin bi bingehên baweriyê va derman dike. Hemû tarîtiyên di rêya pêşîn dayî, ji hev belav dike, hemî deriyên şaşîtiyê û tebahiyê digire.
Weha ku jarî û ahestiya mirov belengazî û daxwaziya wî bi paldana li Xwedakî karînkarê banînkar va derman dike. Barê jîn û hebûnê li karîn û banîna wî ra dispêre. Li wî bi xwe bar nake. Belkî mînanî ku ew bi xwe, li wê jîn û nefsa xwe siwar dibeyê, wargeheke hêsatiyê dibîne. Û dide zanînê ku ew bi xwe jiyandarekî axiftan nîne, belkî mirovekî bingehîn e û mêvanekî Xwedê yê hêja ye. Bi ravadayîna ku cîhan mêvanxanekê Xwedê ye, dide zanînê ku hebûkên di cîhanê da jî, ayînêd navên Xwedê ne û çêkberên wî jî, nivîsarên Xwedê yên her dem taze dibin. Bi wê yekê va birînêd mervayî ji pûçîna cîhanê û ji çûyîna tiştan û ji evîna pûçandayî da tînêyî, xweşik derman dike û ji tariya xuliyaya riha dike.
Hem mirin û pêla dawînê, pêşîka gihîştin û hevdîtina bi dostên bal kişwerê navberîkê va çûyîn û di kişwerê mayînê da jiyanek bi hev ra rava dide. Birînêd mirina ku li ber çavên mirovê şaşkar da ji hemî dostan da cihêtiyekî timmanî hildideyê wihaka derman dike û wê cihêtiyê weke hevdîtinê rava dide.
Hem bi ravadayîna ku gor deriyekî bal kişwerê banînê va û bal xaniyê bextiyariyê va û bal baxistanê bihiştan va û bal ronîstana Xwedê va vedibeyê va tirsa mirovan a bêtirtirînê randike û gerrana navberîkiya jantir û hişktir û tengtirê gerranekê xweştir û hogirtir û kêftir rava dide.