Cîhan merivekî rind û mezin e. Çawa ku meriv cîhaneke biçûk e. Cûreya çavbelekan û koma rewanîkan û celeba periyan û gurûha cinan û cûreya merivan di awayê yek qaratûyê rindik da hatine rewşandinê û dûzandinê û çêkirinê.
Hem her yek ji wan bi hemûşkiya xwe va hem her kitekî wan bi tek serê xwe va navên Hostayê xwe yê zîbadar rava didin. Çawan ku ji zîbatî û balatiya wî ra û ji banîn û evîna wî ra yek ayîneyê cihê cihê ne û ji zîbatî û balatiya wî ra û ji banîn û evîna wî ya bêdawî ra yek guwahiyê rast in û yek ayet û yek nîşanê wê zîbatî û balatiyê û banîn û evînê ne.
Êdî van cûreyên balatiyên bêdawî di çembera yektî û tektiyê da peyda ne. Êdî bizane ku bingehên tiştan, bal navên Xwedê va disparin û dipalin. Belkî bingehêd bingehîn çirûskên wan navan in û her tişt ji pirr aliyan da û bi pirr zimanan va Hostayê xwe yad dike û dipakîneyî hilbide û divêkekî
وَ اِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلَّا يُسَبِّحُ بِحَمْدِهٖ
bizane û
سُبْحَانَ مَنِ اخْتَفٰى بِشِدَّةِ ظُهُورِهِ
bibêje; û razekî di yadkirin û zivirandina navên wekî
وَ هُوَ الْعَزٖيزُ الْحَكٖيمُ ۞ وَ هُوَ الْغَفُورُ الرَّحٖيمُ ۞ وَ هُوَ الْعَلٖيمُ الْقَدٖيرُ
ku di dawiya ayetan da bizane.
Eger tu di gulekê da navan nikarî bixwînî û eşkera nabînî, li bihiştê binêre û li biharê tûj binêre. Li rûyê zemînê bigere, tu yê van navên nivîsandiyê di van gulên mezinî banîniyê bihişt û bihar û zemînê dayî dikarî eşkera bixwînî û çirûsk û nimûçên wan dizanî û dibînî.