Ev ravandina bi dûzandinekê va ye û bi endazekê va çêdike. Bi sipartina li hendazeyê va bergan rava dike.
Erê ev dûzandin û endazandin bi huwîde û zanînekê va tê çêkirinê rava dide ku divêk ew e, kirina dûzandin û bergandinê bi pergara zanîn û huwîdeyî va digire. Wekî wisa ye, li pey dûzandin û pergandinê da divêka zanîn û huwîdeyê ferman dike.
Wekî werre ye, pergara zanîn û huwîdeyê xwe rava bide. Va xwe rava da ku di nav wan bergan da dest bi rewşandina tiştên wekî çav û guh û poz û pel û bişkuvên nazik va dest pê kir. Niha em dibînin ku leşên bi gerrana pergara di navê da yê va revandiye, pîşekarane û hêjakarane dikevin. Wekî wisa ne, li pişt da divêka pîşe û payînêyê ku wê pergara zanîn û huwîdeyê digerîneyê hene û ferman dikin û xwe rava bidin.
Ha ji wê da ye ku, ji rindî û sosikê ra hilêkî rava dide. Wekî werrê ye, ê ku pîşe û payînê dixebitîneyê divêka rindandin û daxwaza sosandinê ye. Wekî werrê ye, ewana ferman dikin ku dest bi sosandin û roniyandinê kir, rewşa kenanekî rava da û tewşa jiyandartiyê da. Her hemin, ê ku divêka vê rindandin û roniyandinê dixebitîneyê divêka nazikî û bexşînê ye. Erê, wan du divêkan di wî da werrê ferman dikin ku goya ew gula nazikî gewdedar e. Ew heykela bexşînkî terimdar e. Niha ê ku vê divêka bexşîn û nazikiyê dixebitîne û digerîneyê divêka da hezkirin û xwenasandinî ye. Dibê, divêka xwe bi hunerê xwe va nasandin û ji şênî ra xwe da hezkirinê, li pişt da ferman dike. Ev nasandin û evînandin her hemin ji arzûya banîn û ji daxwaza qenciyê da pêş va tên, êdî ku banîn û daxwaza qenciyê li pişt da ferman dikin.
Wekî werrê ye, ewê wî heykelî bi cûreyên qenciyê va bitijîne û bisosîne û çehreyê wê gulê jî bi yadîgarekê va bidarîne. Ha va destên wî heykelî û hemêza wî û berîkên wî bi qenciyêd hêja va tijiyand û rewşa wê gulê jî, bi gewherekî sor va darand. Divêk ew e ku ê ku vê banîn û daxwaza qenciyê dixebitîneyê, vebanîn û vetelizanî ye. Dibêje; divêka banîn û telizaniyê, banîn û qenciyê digerrîne. Ê ku divêka vebanîn û vetelizaniyê ya di wî kesê zengînê ku ji tu kesê ra xwestekiya wî tune yeiyê da, digerrîne û bal xuyandinê va dajoyê, her hemin zîbatî û balatiya veşarîka di wî kesî da ye ku xuyaniyê dixwazin; û evîna ku perçê şirîntirê wê zîbatiyê ye û banîna ku keriyê xweştirê wî yeyî, bi ayîna pîşeyî va xuyanî û bi çavê arzûkaran va xwedîtinê dixwazin.