Lewra, destpêka rewşan, ewan karên xweganî ne û balatiya karên xweganiyê jî, bi zanîna bawerîn va balatiya xweganê xwedîkar û balatîkê wî yê werre hêjayî rava dide ku, tava wê balatiyê di gel ku ji perda karan û rewşan û navan û kirinan û huneran da boriye, di vê cîhanê da dîsa hind rindî û zîbatî û balatiyê rava da ye.
Êdî, ji piştî ku hebûna balatiyên xweganiyê bingehînê weha, bi radara birrakî va payidar bûye, balatiyên gonekî yêd ku li êd mayîn dinêrin û bi aliyê bilindahiya li hevalan û dijberan va hene, çi hêjatiya wan dimîne û bi çi goneyî vemirî dikevin tu dizanî.
Radara Diduyan: Çaxa ku li vê cîhanê bi çavê pendê were nêrînê, dil û can bi gumanekî rast va dizanin ku ê ku vê cîhanê bi vê goneyê va rindandiye û sosandiye û bi cûreyên rindiyan va soskandiye, di cêrga dawîn da zêbatî û balatîkî wî heye ku weha çêdike.
Radara Sisêyan: Xuya ye ku, pîşeyên rêzan û dûzan û balayî û baş bal programekî pirr rind va xwe dispêrin. Programekî bala û baş jî, zanînekî bala û baş û hişekî rind û hilêkekê rewanekî zîba rava dike. Divêk ew e ku, rindiya veşarkiya rewanî ye ku bi navbera zanînê va di pîşeyê da dixuye.
Êdî, ev cîhana bi rindiyên xwe yên bêjimarî yê mayeyîk va xunavê rindîkî veşarkî û zanînekî ye û ewan rindî û balatiyên zenekî û veşarkî, her hemin çirûskên rindî û zîbatî û balatîkî sermediyê bêjimar in.
Radara Çaran: Zanayî ye ku, ê tavê dide tavdarbûna wê divê, ê ronî dike, ronakbûna wî gerek e. Qencî ji zengîniyê da tê, bexşîn ji bexişkar da dixuye. Êdî ku were ye, ji cîhanê ra ev hind rindî û zibatî dayîn û ji hebûkan ra balatiyên cihêk dayîn, mînanê ku tav, rojê rava dideyê, zêbatîkî sermedî rava didin. Êdî ku hebok li rûyê zemînê da wekî çemekî bi çirûskên balatiyan va diçirûsin û diborin. Mînanî ku ew çema, bi çirûskên rojê va diçirûseyî, ev lehiya hebûkan jî, bi çirûskên rindî û zêbatî û balatiyê va bûrîkane diçirûse û diçe. Êd li pey wan da tên, wê çirûsanê û wan çirûskan rava didin. Ji wî da tê zanîn ku, rindî û çirûskên di peqokên ava kişyayî da çawa ji xwe da nînin. Belkî rindî û çirûskên tava rojekî ye. Werre jî, rindî û balatiyên borîk pertewiyanê di vê lehiya cîhanê da ye, çirûskên zêbatiya navên rojeke sermedî ne.