Pêşîkî piçûkê Stangaha Yekê ye
Guh bide ayeta
اَفَلَمْ يَنْظُرُٓوا اِلَى السَّمَٓاءِ فَوْقَهُمْ كَيْفَ بَنَيْنَاهَا وَ زَيَّنَّاهَا
bal dawiya ayetê va.
ثُمَّ انْظُرْ اِلٰى وَجْهِ السَّمَاءِ كَيْفَ تَرٰى سُكُوتًا فٖى سُكُونَةٍ حَرَكَةً فٖى حِكْمَةٍ تَلَئْلُأً فٖى حِشْمَةٍ تَبَسُّمًا فٖى زٖينَةٍ مَعَ اِنْتِظَامِ الْخِلْقَةِ مَعَ اِتِّزَانِ الصَّنْعَةِ تَشَعْشُعُ سِرَاجِهَا تَهَلْهُلُ مِصْبَاحِهَا تَلَئْلُؤُ نُجُومِهَا تُعْلِنُ لِاَهْلِ النُّهٰى سَلْطَنَةً بِلَا اِنْتِهَاءٍ
Wergerandina
ثُمَّ انْظُرْ اِلٰى وَجْهِ السَّمَٓاءِ كَيْفَ تَرٰى سُكُوتًا فٖى سُكُونَةٍ
nê ya ku cûrekî wergerandina vê ayeta:
اَفَلَمْ يَنْظُرُٓوا اِلَى السَّمَٓاءِ فَوْقَهُمْ كَيْفَ بَنَيْنَاهَا وَ زَيَّنَّاهَا
yê bal dawiya ayete va ye.
Dibê ayeta xweşik, tûjnêrînê bal rûyê sûsik û rindî asîman va dizivirîne. Ta bi tûjnêrînê va di rûyê asîman da, di ser ‘adetê ra di nav keraniyê da, hamûşîkî bibîne, bi ferman û dawerandina karînkarekî bêberge va wê tewşê girtina wî bizane. Yan na, eger serberedayî bûna, wan gewdeyên bêtirê bê jimar û wan gilokên pirr girî di nav hevdayê û bi gerên xwe yê pirr lezane va gerekî ware warekî were derxistina ku guhê cîhanê kerr bikira. Hem di nav lerzanekî ser û bin da, werre tevlihevtî çêbûya ku, cîhanê belav bikira. Bîst gamêş di nav hevda bigerin çerre ji tevlihevekî war-warok ra peywendî dayîna wî xuyayî ye. Tewş ev e ku, gerrokên ji giloka zemînê hezar carê mezintir û ji gulla topê heftê carê leztir, di nav stêrkan da hebûna wan, xwendina çerxvanî dibêje. Êdî ji hamûşiya gewdaya di nav keraniyê da yî cêrga zor û karîna Hostayê Karînkar û Karîndarê Balakar û cêrga serberî û bendetiya stêrkan jêrayî bizane.
حَرَكَةً فٖى حِكْمَةٍ
Hem li rûyê asîman da, di huwîdeyê da gerranekî dîtinê yî, ayet ferman dike. Erê, gerranêd pirr sosret û mezin di nav huwîdeya pirr zirav û fire da ye.