va nabîne û tiştên bêdawî bi hev ra nikare çêbike û li her ciyê da, piydar û nêrîndar nîne û ji cî da paqij nîne û Xwedanê huwîde û zanîn û karîna bêdawî nîne, nabe xwediyê me û nikare tê bigire.”
Paşê ew dozdara diçe. “Belkî ez giloka zemînê serwext dikin, li wê derê da ciyekî dibînim” dibêje diçe ji giloka zemînê ra (Haşiye) dîsa bi navê peywendan û bi zimanê xwristî va dibêje ku: Ji rûyê ku tu wiha serserî digerî bêxwedîbûna xwe rava didî. Wekî were tu dibê ku a min bî.” Wê çaxê giloka zemînî bi navê rastiyê va û bi zimanê bingehî va bi dengekî wekî gerîna asîmanê va jê ra dibêje ku: “Tevlihev neke. Ez çawan serserî û bêxwedan dibim? Ma te, potê min di nav potê min da nuxtekî û bendekî piçûktir, bêdûzan te dîtiye û bê huwîde û bêpîşe, ma te dîtiye ku ji min ra bêxwedî û serserî dibêjî? Eger tu ji çembera mezina ku ez bigera xwe ya salînî va di bergekî nêzîkî bîst û pênc hezar (Haşiye) salî da di salekî da digerimê û pirr bi terazî û huwîde va olama karê xwe tê da dibînî ra dikarî bibî xwediyê bingehîn û huwîdekî bê dawî û karînekî bêpaşiyê ku ji deh stêrkên gerokê hevalên min û olamkarên wekî min ra û ji hemî çemberên tê da digerinêyê ra û rojê ya ku pêşwarê me ye û em bi wî va girêdayî ne û bi kaşîna banînê va em pê va dardayînê çêbike û bicî bike û mînanê kevirkaniyê min û stêrkên gerokê bi wî va girê bide û pirr bi dûzan û huwîde va biçerxîne û bixebitîne di te da hebe, ji min ra xwedatiyê doz bike. Yan na, haydê dojeh bibe here! Karê min heye. Ez bal olama xwe va diçim. Hem dûzanêd çagerîn û gerêd bêtirîn û gerandinêd huwîdedarî di me da, rava didin ku, hostayê me xwdakî were ye ku hemî hebûk ji hûrçikan da bal stêrkan û rojan va mînanê eskerekî fermanber ji wî ra serber û bindest in. Huwîdedarekî Mezinkar e û Dawerekî Bêberge ye ku, çawan darekî bi meyweyên wê va didozîne û disosîne bi heyîsayê va rojê bi stêrkên gerrok va didozîne.”