Lewra di me da dûzanekî were zirav û nazik û bala heye ku (Haşiye) eger ê li me daweriyê dikeyê huwîdedarekî bê berge û karînkarekî bê berge û zanakî bêberg nebe, dûzana me hildişî û rêzana me tevlihev dibe.”
Paşê ew dozvana di wî da, jî bêhêvî bû. Li gewdeyê merivekî rast tê, dîsa bi zimanê xuristakor û pelsefa serserî va mînanê gotina xuristîkan dibêje ku: “Tu yê min î. Yê te çêkirî ez im. Yan di te da, para min heye.”
Ew gewdê merivane bersivane bi zimanê huwîdeyî û bingehî va û bi zaravê tewşa dûzana xwe va dibêje ku:
Eger karîn û zanînekî ku ji hemî gewdeyên hemî mirovanê ku hevalê min in û mora karînê û turra afirîkiya li rûyê me da yê yekinan ra bibe xwediyê bingehên di te da hebe, hem zengînîkî û dawertîkî te yê ku jê ra av û hewayê da bigre bal gîhayî û jiyandaran va ji enbarêd xurekên min ra xwedan bibe yê hebe, hem karînekî bêdawîn û huwîdekî bêbergeyê ku leşên nazikê veşarekî yê wekî rewan û dil û hişê pirr fire û balayê ku ez jê ra qilif bûme di derdanekî teng û xwarî wekî min da, bicî bike.