Li van ravagaha binêre û li van eşkeredaran hûr binêre û li van gazîkiran guh bide ku, pîşeyên antîkeyê padîşahekî mucîznumayî direwşînin û rava didin û balatiyên wî rava dikin û zîbatiya wî ya veşarkiya bêhemtayî rava didin û ji xweşikiyên rindiya wî ya dizî da diaxêvin. Divêk ev e ku balatî û zîbatiya wî ya verşarkî ya pirrhêjayî û sergeranî dide yê hene. Balatiya veşartiya bêkêmasî jî di serê merivên endazekar û rindikar ên ku (maşallah) dibêjin û dibîninan da ravakirinê dixwaze. Zîbatiya diziya bê mînak jî, xuyan û dîtinê dixwaze. Dibe ku, bi du rûyan va dîtina zîbatiya xwe dixwaze. Yekê wê, di ayênêd cihêk da dîtina xwe bi xwe dixwaze. A dinê, bi dîtina gerokên arzûmen û rindikarên sergeryan va dîtinê dixwaze. Hem dîtin û hem xuyan, hem dîtina timanî, hem da dîtina herheyî yê dixwaze. Hem ew zîbatiya timanî, timanî ya hebûna gerokên arzûmen û rindikaran dixwaze. Lewra zibatiya timanî, bi arzûmenê çûyîk va dilşa nabe. Lewra gerînkarekî bêziviranî va bendokê çûyînê yê bi huşandina çûyînê va evîna wî bal dijînê va dizivire û gêjanî û hezaniya wî bal picûkandinê va xwar dibe. Lewra meriv ji tiştê ku nizane û nagihêjiyê ra dijmin e. Tewş ev e ku herkes ji van mêvanxana da zû diçe û winda dibe. Çirûskekê wê balatiyê, wê zibatiyê, belkî sîkê wî yê jarik di gavekê da dibîne bê têrbûn diçe. Divêk ew e ku bal gerîngahekî timanî va tê çûyînî.
REWŞA PÊNCA: Binêre, di nav wan karan da dixuyê ku, ev Balayê Bêhemta telîzikî wî yê pirr mezin heye. Lewra bal hewariya her derdzedeyî va dibezîne. Ji her xwestin û daxwaziyê ra bersiv dide. Ta binêre: Xwaztîkê piçûktir ê ji parizîkekî piçûktir da bibîne, bi telîzê va pêk tîne. Lingekî pezekî şivanekî biêşe, yan melhemê yan jî beytar dişîne.
Were em ê herin, di vê avdeyê da komanekê mezin heye. Hemî giregirê koçwar, li wê derê kom bûne. Binêre, yawerekî ciwanmêr ê ku nîşanekî pirr mezin hildayî, axaftekê dixwûne. Ji wî Padişahê yê telîzok da hinek tiştan dixwaze. Hemî meriyan dibêjin: Erê, erê! Em jî dixwazin. Wî kesî dirastînin û destek dikin. Tu niha guh bide, dilberê vî padişahî dibêje ku,
“Ey padişahê me yê ku me bi qenciyêd xwe va perwerde dike!