nimûnekiyê ji cîhanê da hatine girtinê û qelaştina perda pêwendên xuyakiyî û destdayîna her tiştî rasterast ji Xwedayê wî yê Mezinkar ra yî û bingehên mînanî vana xwest. Ji bo ku wan bingehên borîn xwastiye ji bo riha kirina cîhanê ji textexa guheran û pûçiyê û ji ya veguheran û çûyînê û ji bo payîdarkirina wê ra paqijandina wan dijmina xwest û cihêkirina pêwendên guheranê û mayeyên gijgijaniyê xwest. Her hemin ew ê cîhanê rabike û ji bo wan çirîkan ra bipaqijîne. Êdî di dawiya vê paqijandinê da dojeyê rewşekî timmanî û bêtirî bigire û gurohên wî, ji gefandina
وَامْتَازُوا الْيَوْمَ اَيُّهَا الْمُجْرِمُونَ
yê ra bibin xuyagah. Bihiştê çehrekî timmanî û çagerîn bipoşe, şênî û hevalên xwedanê wê, ji gotina
سَلَامٌ عَلَيْكُمْ طِبْتُمْ فَادْخُلُوهَا خَالِدٖينَ
yê ra bibin xuyagah.
Mînanî di Pirsa Diduya ya wargê yekê yê Gotina Bîst û Heşta da hatiye ravadayînê, Huwîdedarê Ezelkî ji cîkdarên van du xaniya ra bi karîna xwe ya gehaştinê va hebûnekî timmî û payîdar dide ku, tu carî ji hilşan û guheranê ra û ji pîrranî û wêraniyê ra nabin amanc. Lewra pêwendên veguherana ku ji wêraniyê ra pêwendiyê dide yî tune nin.
Pirsika Çara: Ev çaka han, ew ê çêbibe. Erê, cîhana hanê ji mirinê şûnda, bi awayê cîhana dinê yî yê va ew ê were vejiyandinê. Ji wêrandina cîhanê şûnda Xwedayê çêkirê wê cîhanê, dîsa ew ê di rewşekî rindtir da wê avabike û ji cîhana dinê da bigerîne xaniyekî. Ji vêya ra rêdar, di serî da Qur’ana Bala bi hemî ayetên xwe yî ku hezaran radarên hişaneyê hildideyê va û hemî nivîsîkên asîmankî di vêya da yekbend in, çawan ku rewşên mezinkî û rewşên zîbakî û navên xweşikî Xwedayê Mezinkar, di awayê birrak da bûyîna vêya rava didin û bi hemî fermanêd xwe yî asîmankî yê ku ji pêxemberan ra şandiyeyî va rabûn û çêkirina vejiyanê peyman kiriye. Êdî ku peyman kiriye, her hemin ew ê çêbike. Li Bingeha Heşta ya Gotina Deha va bizivire. Hem di serî da Muhemmedê ‘Ereb, (xweşî û geşî lê) bi zora hezar ahestgerên xwe va hemî pêxember û şandîkan û rewşendil û rastgoyan, di bûyîna wî da yekbend in û agahdidin, çawan ku ev cîhana, bi hemî ayetên xwe yê çêkirinê va ji bûyîna wî da agah dide.
A pêda: Gotina Deha bi hemî bingehên xwe va û Gotina Bîst û Heşta di Wargê xwe yî Diduya da bi hemî radarên xweyî da (arizîkan) da yê va di cêrga ku roja avaçûyî, ew ê sibê, ji teze da hilkeveyê da bi birratiyekî va rava dane ku, ji avaçûyîna jiyana vê cîhanê şûnda, roja bingehê, ew ê di rewşa jiyana cihana dinê da derkeve.