Hem bi bivêk va maye, kakil nîne, hîm nîne, cîgah nîne ku, kar û balatî pêva were darandinê û li wê da were danînê. Belkî qaçilekî ye, tovilekî ye û keffe û çehreyekî ye, amadeyê telişan û qelişan û bihanî ye.
Ma nayê dîtine ku, jiyanokekî hûrbînî ku bi çav nayê dîtinê, bihîkên wî yê çerre birrak hene ku dengê hevalê xwe dibihîze û xwureka xwe dibîne, bihîkên wî yê pirr bihîk û birrak hene. Ev tewşa rava dide ku, li gorî ku maye piçûk dibe û zirav dibeyî da hunerên jiyanê pirr dibin û roniya rewanî hişk dibe. Goya maye, hingî ku zirav dibe û ji mayiyekên me dûr dibe, bal cîhana rewanî va û bal cîhana jiyanî va û bal cîhana bihyanî va nêzîk dibe ku, germa rewanê û roniya jiyanê, hişktir vedixuyên.
Êdî tu car çak e ku, di perda vê maye î da wiha xunavên jiyan û bihyan û rewanê hebin, cîhana hundirîna di bin wê perdeyê dayî, bi canberan û bihîkdaran va tijî nebe? Tu car çak e ku, kanên van xunavan û çirûskan û mêweyên bêjimarî divêk û rewan û jiyan û bingeha di van mayekan û cîhana dîtinê da yan, bal mayeyê û bal gerra mayeyê va werin zivirandinê û bên rava dayînê? Na û ji bin va û birrak va! Van xunav û çirûskên bêjimar rava didin ku, ev cihana mayekan û dîtinê, perdekî tentenedar e, li ser cîhana hundir û rewana da raxistandiye.
HÎMA DIDUYA: Dibe were gotinê ku, ji hebûna periyan ra û ji bûyîna rewanîkan ra bi gumanekî veşarkî va digel cihêtiya wana, di axaftinê dayî va hemî merivên hiş û mervên hildanê, bi zanayî va û bê zanayî va bûne hevwar. Hetta geroha huwîdedarên ronakî ku di mayekiyan da pirr pêşda çûneyî, keriyê wan ê gerrok, divêka periyan nakorînin, her cûrekî cêkberan bingehê wî yê rûtê rewanîk heye dibêjin, periyan were nav didin. Huwîdedarên kevn, keriyê wan ê ronak jî di divêka periyan da, ji hildanê ra neçar mane, sade bi çewtî va nav danîne. “Deh hiş û xudanê cûreyan” gotine, nav danîne. Hemî xudanê dînan, mînanî “periyê çiyan” û “periyê deryan” û “periyê barana,” li gorî her cûreyî va yek periyê sipartêk bi rêdan û ravadana we’hyê va hebûna wê hildidin û bi wan navan va nav didin. Hetta mayeyîk û xuristîkên ku hişê wan, bal çavê wan va daketiye û ji mervatiyê da bal cêrga hişkberan va divêkane ketineiyan jî, (Haşiye) divêka periyan, nekorandine, bi navê “hêzokên belavok” va di alîkî da, ji hildanê ra neçar mane.