Ji gotina bihiştê ra pêşîkî piçûk
Di warê dojehê da ye
Mînanê ku di Gotina Diduya û Heyşta da hatiye ravadayînê, bawerî, dendika bihiştekî veşarkî yê hildide. Gawirî jî, toximê dojehê yê veşarkî yê vedişêre. Çawan ku gawirî, dendikekî dojeî ye, werre jî, dojeh, meywekî wê ye.
Çawan, gawirî ji ketina di dojehê ra peywende, werre jî, ji hebûn û ji çêkirina dojehê ra jî peywende. Lewra, dawerekî piçûk hêzekî wî yê piçûk û namûsekî wî yê piçûk û mezinatiyekî wî yê piçûk hebin, merivekî serserî jê ra serkêşane bêje: “Tu min naazirînî û nikarî biazirînî;” di her tewşê da, di wê derê da zindan tune be jî, ji bo wî tek serseriyî ra zindanekî çêbike, wî bavêje navê.
Tewş ev e ku, gawir, bi korandina dojehê va xwedakî xudanê hêz û namûs û mezinaya bêdawîn û pirr mezin û bêdawîn karînkarê diderewîne; û balê va ahisteyê dispêre; û bi derewînê û bi ahestiyê va digomîne. Bi zor va li namûsa dixîne û bêtir li kumreşiya wî dixîne û serkêşane di mezna wî digere. Her hemin, bi awayê hoşana nebûyîkî va tu peywendekî hebûna dojehê tune be jî, ji bo gawiriya ku vê cerge derewandin û spartina ahestiyê hildide yê ra ewê dojekî were afirandinê û ew gawira were avêtin navê.
رَبَّنَا مَا خَلَقْتَ هٰذَا بَاطِلًا سُبْحَانَكَ فَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
***