Pêşika Gotina Bîst û Heftan
Di warên hevalêd Pêxember da ye
Ez mînanî gotina pîrê me yê Camî dibêjim:
يَا رَسُولَ اللّٰهِ چِه بَاشَدْ چُونْ سَگِ اَصْحَابِ كَهْفْ
دَاخِلِ جَنَّتْ شَوَمْ دَرْ زُمْرَۀِ اَصْحَابِ تُو
اُو رَوَدْ دَرْ جَنَّتْ مَنْ دَرْ جَهَنَّمْ كَىْ رَوَاسْتْ
اُو سَگِ اَصْحَابِ كَهْفْ مَنْ سَگِ اَصْحَابِ تُو
بِاسْمِهٖ سُبْحَانَهُ وَ اِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلَّا يُسَبِّحُ بِحَمْدِهٖ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِ وَالَّذٖينَ مَعَهُٓ اَشِدَّٓاءُ عَلَى الْكُفَّارِ رُحَمَٓاءُ بَيْنَهُمْ … اِلٰى اٰخِرِ الْاٰيَة
ta dawî yê va.
Hûn dipirsin ku, Di hinekî gotinê Pêxember da heye ku, “Di çaxa bihadariya tiştên kotî da ji mirovên Xwedanê bawerî parezêyê da hinekî mirovên baş, dibin ku di cêrga hevalên Pêxember da bin û yan jî ji wan çêtirbin.” Wuha gotin hene. Van gotinana, ma rast in? Û rast bin, bingeha wan çiye?
Berpirs: Kombûna giroha Xwedanê civatê û rêzika pêxemberiya ku, ji pêxemberan şûnda, çêtirîn cûreyê merfa, hevalên Pêxember in, radarekî birrak e ku, keriyê rastê wan gotinan, di warê başiya hûrikane da ye. Lewra bi başiya piçûk da û di baletîkî arizî da dibe ku merfê nimz, di ser merfê bala da be.