Yan na, rewşekî bê bingeh û nehêja ye. Di dawiya Gotina Bîsta da di warê vê razê da perçekî vekolana wê buhûriye.
Hey nefis! Eger tu, ji jîna vê cîhanê ra arzûmend bî û ji mirinê da birevî, birrakî bizane ku, tewşa ku tu, jiyan guman dikiyî sade demkuta tu têdayeyî. Ji beriya wê demkûtê da hemî dema te û tiştên cîhankî yê di nav wê deme da mirîke û mirî ye. Ji wê demkutê şûnda, hemî dema te û navîna wî, di wê demkutê da tune ye û hîç e. Divêk ew e ku, jîna mayekî ya ku tu dipesininiyî sade demkutekî ye. Ta hinekî mirovên kolanger, gotine: “Dehekekî ye, belkî gavekî kêşak e” gotine. Êdî, ji vê razê da ye ku, hinek merfê rewşendil gotine: Cîhan, ji aliyê cîhantiyê da tune ye.
Êdî ku werre ye, jîna mayekiya nefsaniyê bihêle, bal cêrga jîna dil û rewan û can va derkeve, binêre: Çere çemberekî fireyê jîna wan heye. Dema pêşîn û paşîna ku ji bo te ra mirî ye, ji wan ra jîn e û jîndar e û hebûk e.
Hey nefsa min! Êdî ku were ye, tu jî, wekî dilê min bigirî û bizare û bêje ku:
Ez pûç im, ê pûç naxwazim. Ahisteyim ê ahiste naxwazim.
Min rewanê xwe da Rehman, ê dinê naxwazim.
Ez dixwazim, lê yarekî payîdar dixwazim.
Ez hûrçik im. Lê rojekî sermedî dixwazim.
Hîçê di nav hîçê dayim. Lê van hebûkan bi carkî va dixwazim.
Movika pênca: Ev mûvika, ji bo ku bi ‘erebkî hatiye, erebkî hat nivîsanê. Hem ev mûvika ‘erebkî, di bîranîna Ellahû Ekber ê da ji sî û sê cêrgeyê hoşanê da bal cêrgekî va awir dide.