Dawîk
Pênc mûvikên ku nefsa Se’îdê Berê ya serkêş û qurre û pozbilind û xwebîn û xwepesanîker kirine û ji desdanînê ra neçar kirineyî ye.
Mûvika Yekê: Êdî ku tişt hene û pîşedar in, her hemin hostakî wan heye. Mînanê ku di Gotina Bîst û Diduya da pirr birrakî hatiye ravadayînêyî; eger her tişt ê yekî nebe, wê çaxê, her tiştekî bi hindê hemî tiştan zor û giran dibe. Eger her tişt, ê yekî be, wê demê hemî tişt, bi hindê tiştekî asan û hêsan dibe. Êdî ku yekê, zemîn û asîmanê çêkiriye û afirandiye, her hemin ew Xwedayê gelek huwîdedar û pirr pîşekar, jiyandarên ku meywe û çirîk û armanca zemîn û asîmanêyê, ji yêd mayîn ra nahêle, karê hilnaşîne, ji destên dine ra nahêle, hemî karên xwe yê huwîdedarî, beyhûde nake û bal hîçê va danaxîne û şabaş û peristişa wan, ji yê dinê ra nade.
Mûvika Diduya: Hey nefsa mina pozbilind. Tu mînanê dara tiriyêyî. Qure nebe; goşiyan, wê darê bi xwe pêda nekiriye. Yekî dinê, wan bi wê da kiriye.
Mûvika Sisêya: Hey nefsa min a xwepesan! Qure nebe, nebêje: “Min ji dîn ra olam kir.” Bi raza ku,
اِنَّ اللّٰهَ لَيُؤَيِّدُ هٰذَا الدّٖينَ بِالرَّجُلِ الْفَاجِرِ
(Xwedê, vê dînê, bi merfê nebaş va destek dike) yê î va tu baş nîn î, ji bo wê yekê ra dibê ku, tu xwe wê merfê nebaş bizanê. Olam û perestina xwe, şabaşa qenciyêd borî; û olama afirînê û barê çêkirinê, çirîka pîşeyê bizane, ji xwe dîtîn û pesnayê da reha bibe.
Mûvika Çara: Tu zanîna bingehê û huwîdeya bingehên dixwazê, nasîna Xwedayê bala qezenc ke. Lewra hemî bingehêd hebûkan, tîrêjnêd navên heq in û xuyanê navêd wî nin û vexuyanê rewşên wî nin. Bingeha her merfekî û her tiştekî mayekî û veşarkî, guherkî û neguherkî, bal roniya yek nava va dipale û bal bingeha wî va dispare.