bi wan tewşan va ji jîna wan ra roniyêd hebûnê teze dibin, tariyên nebûnê dûr dibin, jînêd wan zelal dibin. Lewra îstin û mayîn û hamuşîn û peramoşîn û hêsayîn û yekrêzanî, di tewş û rewşan da yek nebûyîn in; ta kêfekî mezintir, di nav yek rêzanê da bal hîçê va dadikeve.
A pêda: Êdî ku jiyan, nimûçên navêd Xwedê yê xweşik rava dide. Her tiştî ku bi serê jiyanê da tê, rind e. Bi nimûneyê va: Merfekî pirr zengîn û di cêrga dawîn da pîşekar û di pirr pîşeyan da hozan, ji bo ku hunerên pîşeyê xwe, hem zengîniya hêjadara xwe rava bideyê î ra ji bo ku bi merfekî belengazê derwêş va olama modeltiyê bide dîtinêyî ra li hemberê padajekî da di sa’etekî da kirasê ku nîgarîk û sosanîk çêkiriyeyî, li wî dipoşîne; li ser wî da dinimûçîne û tewşan dideyî û diguherîne. Hem ji bo ku her cûre pîşeyê xwe rava bideyî ra dibirre, diguherîne, didirêjîne, dikurtîne. Gelo ev merivê belengazê padajmend, ji wî pîşekarî ra bêje: “Tu zorî didî min, bi xwarbûn û rabûnê va tu tewşê didî min, bi birrîn û kurtandina kirasê ku min rind kiriyeyî va tu rindiya min hildişînî”, ma ji gotinê ra dikare padajê qezenc bike, ma dikare bêje: “Tu zorî û zormendiyê dikî?” Êdî mînanê wî ya, Hostayê Mezinkar û Afirîdê Bêhevta, kirasê hebûnê ku bi leşên bihêk û nazikî wekî çav û guh û hiş û dil va nîgarandiyeyî, li canberê poşandiye, ji bo ku nimûçên navêd xweşik rava bideyê î ra di nava pirr rewşan da dizivirîne di pirr tewşan da diguhurîne, tewşên ji cûreyê êş û derdan da yî, ji bo ku fermanîkên hinekî navêd wiyê rava bidinêyî ra, di nava çirûskên huwîdeyê da hinekî tîrêjnêd banînê û di nav wan tîrêjnêd banînê da rindiyên nazik hene.
***