PÊŞEK
Gelek pirr ayetên Qur’anê wekî
وَلَا رَطْبٍ وَلَا يَابِسٍ اِلَّا فٖى كِتَابٍ مُبٖينٍ
yê eşkere dikin ku, her tişt di beriya hebûna xwe da û ji hebûna xwe şun da nivîsandiye. Ayetên Qur’ana mezin a karînê ya ku jê ra cîhan tê gotinêyî jî, vê fermanîka Qur’anê, bi ayetên xwe yê çêkirinê yê wekî rêzik û rêzan û dûzan û rewşandin û sosandin û cihêkirinê yê va dirastînin.
Erê, nivîsarên rêzandî û ayetên kêşandî yî vê nivêsîka cîhanê, guwahî didin ku, her tişt nivîsandî ye. Her çike, rêdara ku her tişt ji berya hebûna xwe da endazandî û nivîsandîyeyî, hemî serpêk û dendik û endazîk û rewşikên ku yek guwahî nin. Lewra, her toximek û dendikan yek qutikên nazik in ku ji dezgahê (kaf û nûnê) da derketine ku, pêristokekî bi endazeyî va rewşandiyî, balê va hatiye sipartinê. Karîna Xwedê, bi gorê hendaza wê endazeye va hûrçikan dixebitîne; li ser wan toxmokan da ahistegerên girê karînê datîne. Divêk ew e ku, hemî dar, bi hemî bûyîkên xwe yê bi serê wê da biyîniyêyî va di dendika xwe da mînanê nivîsandiyî ye. Lewra toxim, bi mayeyê va sade nin, wekî hev in; bi mayeyî va tiştekî tune ye.
Hem endazîka dizgûna her tiştî, endazeyê, eşkera rava dide. Erê, li kîjan jiyandarê were nêrînê dixuyê ku, goya ji qaznaxekî pirr huwîdekar û pîşedar derketiyeyî, endazîkek û rewşekî heye ku, ji bo girtina wê endazîk û wê çehre û wê rewşê ra, yan gerekî qaznaxekî mayeiyê tîşîk û pirr xill û xwarî hebe. Yan jî, bi qaznaxekî veşariyê zanetiyêyî rêzaneyê ya ji endazê da hatiyeyî va karîna ezelkî, wê çehreyê, wê rewşê dibirre û dipoşîne. Bi nimûneyê va: Tu, li vê darê û li vê canbiriyê tûjane binêre ku, hûrçikên hişk û kerr û kor û bêhiş û wekî hevdûyî, di çêkirin û hoşînandina wî da digerin, di hinekî bergên xill û xwarî da mînanê ku ciyê meywe û beran dinasîn û dibînin û dizaninêye, tê da dimînîn û di îsin. Paşê, mînanê ku di ciyekî dinê da armancekî mezin raçav dikinêyî, rêya xwe diguherînin. Divêk ew e ku, bi fermana veşariya wê endazîka veşariya ji endazeye da hatiyê î va hûrçik digerin. Êdî ku di tiştên mayekî û xuyekî da wuha vexuyana endazeyê heye, her hemin tewşên peydabûyên bi rewş û gerrên ku bi borîna deme va dikin û dipoşinan jî, ji dûzanekî endazê ra peyîk in.
Erê, di dendikekî da du vexuyanê endazeyê hene ku, hem bi awayê eşkere va ji (kitaba mûbîn)a ku navê daxwazî û fermanêd çêkirinêyê yî da agah dide û awir dike; hem bi awayê dizî va ji (îmamê mûbîn) ê ku navekî ferman û zanîna Xwedêyeyî da agah dide û awirek dike.